Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan 2024-03-19 13:22:56   ÎZMÎR -  Ji 9 kesên ji ber şandina name û pereyan a ji girtiyan re hatibûn girtin 4 jê piştî îtîraza parêzeran hatin berdan.   Di 27'ê sibatê de li Îzmîrê 9 kes ji ber sedema şandina name û pereyên ji girtiyan re, 9 kes bi îdiaya "alîkariya aboriyê dane rêxistinê" hatibûn binçavkirin. Ji 9 kesan 4 jê hatin berdan. Endama Meclisa Giştî ya Jinên Sosyalîst (SMK) û Berdevka Demê ya Tevgera Karkerên Yekbûyî (BÎH) Meliha Kaya jî di nav de çar kes piştî îtîraza parêzeran hatin berdan.    Jinên girtî, duh êvarê ji Girtîgeha Jinan a Şakran a Alîaga ya Îzmîrê derketin.