Di Doza Kobanê de gotinên dawî tên guhdarîkirin: Gotina me ya ewil çi be ya dawî jî ew e 2024-03-19 13:18:22 ENQERE - Girtiyê siyasî Alp Altinors di Doza Kobanê de beriya biryarê gotinên xwe yên dawî kir û wiha got: “Di vê dozê de gotina me ya ewil çi be, ya dawî jî ew e.” Alî Urkut jî wiha got: “Gotina ewil a têkildarî vê dosyayê siyasetê kir.” Ayla Akat Ata jî ev tişt anî ziman: “Dê kesên ji bo bedeldayînê amade, bigihijin armanca xwe.”    Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Îro di dozê de roja dawî ye û siyasetmedaran beriya biryara were dayîn, gotinên xwe yên dawî kirin.    Danişîn bi tespîtkirina nasmeyan dest pê kir. Hinek siyasetmedar bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn û hinek jî li eywana danişînê amade bûn. Rojnameger Huseyîn Aykol û DEM Partiyî û gelek kes di danişînê de amade bûn.    ‘GOTINA EWIL SIYASETÊ KIR’   Di danişînê de ji ewil siyasetmedar Alî Urkut axivî û got: “Têkildarî vê dosyayê gotina ewilî ji hêla siyasetê ve hate kirin.” Urkut, wiha domand: “Ev dosyaye bi saîqên siyasî anîn pêşiya dozger û piştre jî anîn pêşiya me. Lewma jî di wijdana raya giştî de hatiye mehkûmkirin. Gotina ewil a têkildarî vê dosyayê jî îktîdarê kir. Wisa bawerim ku dê di dîrokê de jî wisa bê bîranîn.”    ‘NAVÊ VÊ DOZA KOMPASÊ YA KOBANÊ YE’   Urkut, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Navê vê Doza Kompasê ya Kobanê ye. Dozger û dadgehê li gorî rola îktîdara siyasî ji bo wan diyar kiribû tevgeriyan. Ji ewil îdianameyeke tu eleqeya wê bi rastiyan tune bû hate amadekirin. Dozger, îdianameya xwe li gorî derewên şahidan amade kir û piştre jî mutalaa hate amadekirin. Bêguman gotina dawî ya we ye. Ev sê sal in bi qasî ji dest hat me vegot û me hewl da bersiva derewan bidin. Naxwazim zêde dirêj bikim lê dixwazim tiştekî bi bîr bixim. Ji Seyîd Riza gotina dawî hate pirsîn û jê re gotin; ‘Tu çi dixwazî?’ Seyît Riza jî wiha bersiv daye; ‘Kurê min piştî min bidarve bikin.’ Lê şandeyê berevajî vê kir û ji ewil kurê wî da bidarvekirin. Dê dozên Gezî û Kobanê di dîrokê de weke dozên kompasê bên zanîn. Herî dawî jî ez spasiya parêzer, malbat û her kesên em bi tenê nehiştin dikim.”    ALP ALTINORS: EM JI GOTINA XWE NAYÊN XWARÊ   Piştre jî siyasetmedarê girtî Alp Altinors axivî. Altinors, ji ewil hemû hevalên xwe yên bi hev re tê darizandin û hevjîna xwe silav kir û wiha got: “Em ji gotina xwe nayên xwarê û bangawaziya xwe înkar nakin. Gotina me ji bo azadî û sosyalîzmê ye. Hûn nikarin tiştê bi pênûsê hatiye nivîsandin, bi bivirî bibirin. Hûn nikarin piştevaniya gel bidarizînin. Gotina me ya ewil a di vê dozê de çi be, gotina me ya dawî jî ew e. Bangawaziya me rewa ye; ji bo pêşîlêgirtina qirkirinê bû. Weke şandeya dadgehê ya ku dikeve ser milê we ew e ku hûn vê doza kompasê bigirin û bi beraetê biencam bikin. Heke hûn bangawaziya li dijî qirkirina DAIŞ’ê hatiye kirin bidarizînin, dê navê we û yê DAIŞ’ê li gel hev bê nivîsandin. Bangawaziya ji bo protestoya demokratîk sûc nîne, endamtiya HDP’ê sûc nîne. Ev tevek jî mafên demokratîk in. Lewma li holê sûcek tune ye. Em daxwaza beraeta xwe, beraeta xwe, beraeta xwe bikin.”    AYLA AKAT ATA: WE NEGUHDARÎKIRINA ME TERCÎH KIR   Ayla Akat Ata jî di serî de parêzer, spasiya hemû kesên di pêvajoya dozê de ew bi tenê nehiştin kir û ev tişt anî ziman: “Ji desptêkê ve min hewl da derew û berevajîkirina rastiyan a di vê dosyayê de vebêjim. Lê mixabin we nexwest li me guhdarî bikin. Heta we bi biryarên navberê xwest me bêdeng bikin.” Bi domdarî Ata bal beşek ji parastinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a pêşkeşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kiribû xwend. Ata, piştre jî ev tişt anî ziman: “Zû yan jî dereng, dê kesên aştîxwaz, kesên xwe birêxistin dikin, azadiyê diparêzin û bedel didin bigihijin armanca xwe. Gotina min a dawî dê ji bo rêza ez ji bo têkoşîna azadiyê ya hemû gelên bindestan digrim be. Bijî xwişk-biratiya gelan, bijî têkoşîna azadiyê ya gelan. Bijî têkoşîna xweser, serbixwe û birêxistinkirî ya jina. Herî dawî jî Jin, Jiyan, Azadî...”    AYNÛR AŞAN: GOTINA ME YA DAWÎ XELAS NABE   Di danişînê de ji siyasetmedar Aynûr Aşan jî gotina dawî hat pirsîn. Aşan, got ku ji bo wan gotina dawî tune ye û destpêk û gavên nû hene. Aşan, wiha domand: “Gotina me ya dawî tu caran xelas nabe. Lewma ji bo me rawestîn tune ye. Em ê her tim têbikoşin. Dixwazim têkildarî vê dozê çendek tiştan bibêjim. Min nivîsandiye. Di dîroka Tirkiyeyê de rûpeleke nû yê bêedaletiyê vekir. Ev doz, doza Sokrates e. Sokrates digot; ‘Darizandina min tenê pêşkeşiyeke. Pêşkeşiyeke ji bo esilzadeyên Atînayê ye.’ Darizandina me jî wisa ye. Mimkin nîne hûn bizanin ku kesên li vir tên darizandin bêguneh bin. Di vê dozê de îradeyeke we hebû lê we ev nekir. Me heta niha her tiştekî ku divê bihata gotin got. Lewma jî ez naxwazim ne dema we ne jî dema hevalan bigirim. Dixwazim herî dawî jî vê bibêjim; li ku derê dibe bila bibe dê têkoşîna azadiyê ya jinan bidome. Em ê bidomînin. Hêvîdarim ku qada vê têkoşînê zindan nebe. Hêvîdarim ev qad qadên mitîng û kolanan bin. Di vê çarçoveyê de dibêjin bijî yekitiya gelan. Spasiya her kesên îro li vir in dikim.”    AYŞE YAGCI: EM BI ADILANE NEEHATIN DARIZANDIN   Piştre jî siyasetmedar Ayşe Yagci axivî û di serî de malbata xwe, parêzer û hemû kesên ew bi tenê nehiştin silav kir. Yagci, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Ji ber ku gotina dawî ye ez ê gelek dirêj nekim. Min duh jî got; hêvîdarim biryara hûn didin ji bo demokrasiya Tirkiyeyê biryareke girîng be. Biryar çi dibe bila bibe hêviya min azadiya min û hevalên min e. Ji ber sûcekî min nekirî ev 4 sal in girtî me. Em adilane nehatin darizandin. Me tevahiya bêhiqûtiyan derxistin holê. Ez ê van bi dûvdirêjî venebêjim.”    PARMAKSIZ: GOTINA MIN A DAWÎ JI BO GELÊN KURD Û TIRK E    Siyasetmedar Bulent Parmaksiz jî got; “Gotina xwe ya dawî diyarî gelên tirk û kurd dikim” û wiha domand: “Ez baş di ferqê de me ku wekhevî û azadiya di navbera gelan de tenê bi xwişk-biratiya çîna  pêkan e. Lewma jî dixwazim ku ev yekitiya dîrokî ya di navbera her du gelan de veguhere biratiya çînî. Her wiha axaftina xwe diyarî bavê xwe dikim ku min du sal berê winda kir.    ALIYÊ ME NAZIM HÎKMET E   Aliyê me aliyê ku Nazim Hîkmet qala wê kiriye ye. Em li gel mirovan, bindestan, kedkaran û gelên bindest in. Sosyalîzm, dahatûya mirovahiyê ye. Ez ji dil û can bi vê bawerim. Em vê baweriyê jî ji hêza xwe ya dîrokê û ji mafdariya xwe digirin. Ji Karmatiyan heta Serhildana Mezin a Oguzan, ji Babaiyan heta Şêx Bedrettînan, ji Mûstafa Suphiyan heta Hîkmet Kivilcimli, Behîce Boran, Hayrî Durmuş û Denîz Gezmîşan, têkoşîna maf û edaletê ya bindestan didome û dê bidome. Misilman, nemisilman, tirk an jî netewpewerên kurd ên sed û deh sal berê ji zext û zilma Abdulhamîdê Duyemîn êş dikişandin, bi hev re dirûşmekî diqîriyan. Di roja me de jî hewldan heye ku Abdulhamîdê Duyemîn dîsa nûjen bikin. Lewma ez jî mîna wan niha li vir diqîrim û dibêjim; ‘Bimre îstîbdat, bijî azadî.’ Bijî têkoşîna azadiyê ya jinan, bijî biratiya tirk û kurdan, bijî sosyalîzm.”