Newroza Rihayê di 23’yê adarê de ye: Dema azadî û yekitiyê ye 2024-03-19 12:14:01   RIHA - Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Newroza Rihayê Ahmet Taş ji bo pîrozbahiya ku dê di 23’yê adarê de bê lidarxistin bang kir û wiha got: “Dem dema şikandina tecrîdê û jiyaneke azad a bi Rêbertiyê re ye."    Newroza Rihayê dê di 23'yê adarê de li qada rex Stadyuma 11 Nîsanê were pîrozkirin. Komîteya Amadekar a Newrozê ya Rihayê têkildarî pîrozbahiyan daxuyanî da li ber avahiya rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Halîliyeyê daxuyanî da û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê pankarta “Rabe Newroz hat! Niha dema azadiyê ye” hat vekirin. Hevberdevkê Komîteyê Ahmet Taş di daxuyaniyê de wiha got: "Gelê kurd, di her kêliyên dîrokê de li hemberî serdestan, zilimkaran, dagirkeran û nijadperestan têkoşînek mezin daye.”     ‘DEMA SERÎRAKIRINA LI HEMBERÎ DAGIRKERIYÊ YE'   Bi domdarî Taş têkildarî pîrozbahiyan ev agahî da: "Em ê bi beşdariya Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û hunermend Hozan Kazo û Jin MA’yê Newrozê li dar bixin. Berxwedana ku me ji Kawayê Hesinkar, Seyîd Riza, Mazlum Dogan û birêz Abdullah Ocalan wergirtiye, bi meşaleya agirê azadiyê mezin dikin û tevahiya gelê xwe vedixwînin Newrozê. Dem, dema şikandina tecrîdê û jiyaneke azad a bi Rêbertiyê re ye. Dem dema yekitiya neteweyî, xwedîderketina li zimanê dayikê, nasname û çanda xwe ye. Dem dema serîrakirina li hemberî dagirkerî, mêtingerî û qirkirinê ye."     Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Rihayê yê DEM Partiyê Celalettrîn Ekmen jî di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: "Em ê 31'ê Adarê di wê rojê de weke roja serkeftinê ragihînin. Li gel tevahiya navçeyan, em ê şaredariyan veguherînin şaredariyên gel." Namzeta din a hevşaredariyê Gulşen Ozer jî wiha got: “Di 23’yê mehê de em ê ji bo aştî û aramiyê li qadan bin."