Nameya têkildarî girtiyên di rojiya mirinê de hate sansurkirin 2024-03-19 11:55:20   STENBOL - Nêzî temamê nameya endama Grup Yorûmê Betul Varan ku têkildarî girtiyên li Girtîgeha Marmarayê de di rojiya mirinê û çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne şandiye, hate sansurkirin.    Nameyên girtiyên ku li Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî) û Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandiraya Kocaeliyê tên ragirtin şandine, hatin sansurkirin.    Nameya endama Grup Yorûmê Betul Varan a rojên derbas bûyî hate binçavkirin û girtin, ji Girtîgeha Marmarayê şandiye, hate sansurkirin. Nivîyê rûpela pêşiyê ya nameya Varan a bi paş û pêş rûpelek name nivîsandiye û temamê rûpela paş hate jêbirin. Hate dîtin ku beşên Varanê têkildarî rewşa girtî Nûrettîn Kaya yê ketiye rojiya mirinê, Huseyîn Karaoglan, Bakîcan Işik û Sezgîn Zengîn ên di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdeng û bidorveger de ne û di heman girtîgehê de ne nivîsandine jê birine.    Nameya ku Varanê şandiye û nêzî temamê wê hatiye jê birin wiha ye: “Merhaba; ez ji we re weke endameke Grup Yorûmê ya dîl girtî dinivîsim. Divê peyvên ‘Dîl girtî’ û ‘Grup Yorûm’ ên di nava hevokekê de ji we re biyanî neyê. Belê em jî qet nebûn biyanîbûnên dîlgirtîbûnê. Lê em ê hînî ku ev her du hevok di nava hevokekê de nebin jî. Li der ve li hundir ji bo stranên xwe ji bo bibin dengê gelê xwe em ê berxwedana xwe bidomînin. Ez vê nameye ji bo girtiyên li ber xwe didin dinivîsim. Ji bo Nûrettîn Kaya yê di rojiya mirinê de, Huseyîn Karaoglan, Bakîcan Işik û Sezgîn Zengîn ên di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdeng û bidorveger de ne dinivîsim. Berxwedana wan li dijî Girtîgehên Tîpên Y yên hatine çêkirinin…”   Temamê beşên piştî van gotinan ên di rûpela ewil a Varanê de cih digirin, hatin jêbirin.  Li aliyê din nivîsa ku Fehmî Arslan ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê tê ragirtin, ji bo were weşandin şandiye jî hate jêbirin.