Bi hezaran kes diherikin Newroza Êlihê 2024-03-19 11:53:03   ÊLIH - Bi hezaran kes ji bo pîrozkirina Newroza Êlihê diherikin qadê.    Ji bo pîrozkirina Newroza Êlihê ku bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" tê lidarxistin, ji saetên zû yên serê sibehê ve berê xwe dan qada Newrozê. Bi hezaran kes ber bi qada Newrozê ve diherikin. Qada Newrozê ya li Taxa Pazaryeriyê bi flamayê bi rengên kesk, sor û zer hatiye xemilandin û welatiyên bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn li ber stranên berxwedanê dest bi pîrozkirina Newrozê kirin.    Bi hezaran kesên ku ji du noqteyên kontrolê derbasî qadê dibin, li ber stranan xelekên govendê gerandin. Di Newrozê de coşeke mezin heye û dê Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan biaxive.