Li Nisêbînê ‘Newroza azadiyê’ dest pê kir 2024-03-19 11:37:51   MÊRDÎN - Bi hezaran kes li Nisêbînê bi dirûşmên berxwedanê herikîn qada Newrozê û pîrozbahî dest pê kir.    Li navçeya Nisîbên a Mêrdînê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin. Bi hezaran kes beriya pîrozbahiyê li qada Newrozê ya li hemberî Parka Cegerxwîn kom bûn.    Li platforma qada Newrozê pankartên “Rabe! Dema azadî û serkeftinê ye” û “Newroz Pîroz be” hatin daliqandin. Bi hinceta ewlehiyê dora qada Newrozê bi bariyeran hatin girtin û heta saet 10.30’an jî destû nehat dayîn welatî bikevin qadê. Welatiyên ku li pişt bariyeran kom bûn, xwe li benda saeta ketina qadê girtin. Ji serê sibehê ve bi hezaran kes di dest de flamayên bi rengên kesk, sor û zer û bi dirûşmên “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” diherikin qadê.    Welatiyên ku ketin qada Newrozê bi coşeke mezin xelekên govendê digerînin û jinên bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn rê li ber dîmenên rengîn vekirin. Li qada Newrozê dirûşmên berxwedanê tên berzkirin û Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên bi girseyî ketin qada Newrozê ji hêla gel ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin.    Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê dest pê kir. Pîrozbahî dê bi axaftinên Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk berdewam bike.