Xizmên girtiyan: Ji bo azadiya Rêbertiya xwe em di 21’ê Adarê de li Amedê bin 2024-03-19 11:34:58   AMED - Xizmên girtiyan ên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi Nobeta Edaletê kirin, diyar kirin ku ji bo vê daxwazê bi milyonan kesan re biqîrin her kes vexwendin Newrozê.    Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk daye destpêkirin di roja 114’an de didome. Xizmên girtiyan jî bi heman daxwazan li Amed, Êlih, Wan, Mêrdin, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin.    Xizmên girtiyan ên di Nobeta Edaletê ya li Amed, Êlih û Mêrdînê de ji bo tevlibûna Newroza Amedê ku dê di 21’ê Adarê de bi tevlibûna milyonan kesan were lidarxistin bang kirin.    ‘EM Ê SEROK AZAD BIKIN’   Newroza dê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” were lidarxistin. Ji xizmên girtiyan Sulhiye Sarûhan got ji bo Newroz bibe “Newroza azadiyê” divê her kes were Amedê û bi bîr xist ku di Newrozên qedexekirî de jî gelê kurd daketiye qadan. Sarûhan, diyar kir ku ji bo Newroz veguhere destkeftiyekê hewcehî bi tevlibûnên girseyî heye û wiha domand: “Bila tevahiya xelkê Amedê û gelê kurd tev li Newroza Amedê bibe. Em ê Serok Apo jî azad bikin. Newroza Serok jî pîroz be.”    Ji xizmên girtiyan Nazîme Boltan jî anî ziman ku divê di 21’ê Adarê de Amed ji erdî heta esmanî bibe Newroz û wiha got: “Em ji bo Rêbertiyê Nobeta Edaletê digirin. Heke tecrîda li ser Rêbertiyê rabe dê ya li ser zarokên me jî rabe. Lewma divê her kes biherike qada Newrozê.”    ‘DIVÊ EM JI BO RÊBERTIYÊ BIHERIKIN QADA NEWROZÊ’   Besna Gunay ku li Mêrdînê tev li Nobeta Edaletê bûye jî got ku ew aştî û xwişk-biratiyê dixwazin. Gunay, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila Newroza îsal bibe wesîleya azadî û aştiyê. Em tevek bi destên hev bigirin û ji bo girtiyên ev 4 meh in di greva birçîbûnê de azadiyê bînin. Em ê Newroza îsal veguherînin Newroza yekitî, hevgirtin, wekhevî û aştiyê. Em daxwaza azadiya Rêbertiya xwe û girtiyan dikin. Em şer naxwazin. Me tu caran nexwest xwîn birije. Dê Newroza îsal bi xwe re aştî û azadiyê bîne. Divê her kes îsal ji bo azadiya Rêbertiyê û girtiyan biherike qada Newrozê.”    ‘BI HÊVIYA KU NEWROZA AMEDÊ BI XWE RE ROJÊN AZAD BÎNE’    Ji xizmên girtiyan Herdem Koçer ku di Nobeta Edaletê ya li Êlihê de cih digire jî Newroza girtiyên di greva birçîbûnê de û ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir. Koçer, anî ziman ku divê tevahiya xelkê bakurê Kurdistanê biherike qada Newrozê û wiha pê de çû: “Bi hêviya ku Newroza Amedê bi xwe re aştî, xwişk-biratî û rojên azad bîne. Em bi hev re azadiya girtiyên xwe û Rêbertiya xwe bi awayeke azad li Amedê bijîn.”    Sûltan Azboy jî diyar kir ku divê gelê kurd di Newrozê de rabe ser pêyan û wiha got: “Em tevek di Newrozê de dengê xwe yê ji bo girtiyan û Rêbertiya xwe bilind bikin.”