Di operasyona navenda wê Îzmîr e de 4 ESP’î hatin binçavkirin 2024-03-19 10:58:19   ÎZMÎR - Di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê daye destpêkirin de 4 ESP’î hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpîrsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê daye destpêkirin de îro polîsan bi ser malên endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) de girtin. Di serdegirtinan de li Îzmîrê Hidir Alî Kiliç û Sînem Çelebî, li Stenbolê Bîrkan Polat û li Eskîşehîrê Ebru Yîgît hatin binçavkirin.    Hate zanîn ku kesên hatine binçavkirin dê bibin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê.