Çewlig ji Newroza sibê re amade ye 2024-03-19 10:46:23   ÇEWLIG - Amadekariyên Newroza Çewligê ya sibê temam bûn. Ji Komîteya Amadekar Şevket Kalindamar bang li tevahiya gelê Çewligê kir ku li dor agirê Newrozê kom bibin.   Îsal Newroz bi dirûşma “Rabe dema azadî û sekeftinê ye” tê pîrozkirin. Xelkê Çewligê dê Newroza xwe di 20’ê adarê roja çarşemê saet di 11.00'an de li ser Rêya Nexweşxaneyê ya li Taxa Sarayê pîroz bike. Tê payîn ku bi hezaran kes tev li Newrozê bibin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Çewligê Omer Faruk Hulakî û namzetên hevşaredariyê Çîçek Arîç û Aydin Burçun jî tev li pîrozbahiyên Newrozê dibin.    Di bernameyê de hunermend Cîwan Adar û Biro Arîs wê derkevin ser dikê û dê bi stranên xwe şahiya Newrozê gur bikin.    Ji Komîteya Amadekar Şevket Kalindamar da diyarkirin ku hemû amadehî bi dawî bûne û tevahiya xelkê Çewligê vexwend pîrozbahiya Newrozê.   Kalindamar, anî ziman ku pîrozbahiyên Newroza îsal ji bo gelê kurd pir girîng in û bal kişand ser kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk." Kalindamar, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Ev hemleye ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê kKurd birêz Abdullah Ocalan gelek girîng e. Dema ku em li raya giştî ya herêmê û navneteweyî dinêrin dibînin ku ev kampanya mezin dibe. Em di pîrozbahiyên Newrozê de vê yekê xweş û zelal dibînin. Em jî dixwazin bibin parçeyeke vê hemleyê û hemû gelê me beşdarî Newrozê bibe.”    Kalindamar di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê germahiya agirê Newroza sibe veguhêzin qada Newroza Amedê.