Bi dehan dêrên Nastûriyan tune bûn 2018-04-25 09:28:40 COLEMÊRG – Li Colemêrgê bi dehan dêrên Nastûriyan tune bûn. Hin dêr di encama karesata xwezayî de û hin dêrên li ser piya man jî ji aliye kesên li xezîneyê digerin hatin rûxandin.  Di avakirina salên komarê de bi hinceta “serî rakirin e” Nastûrî ji cihên xwe hatin koçberkirin. Li pey wan mîrateyên dîrokî û çandî man. Hemû mîrateyên wan ên dîrokî hatin tunekirin. Li Colemêrgê bi dehan dêrên Nastûriyan ji ber kareseta xwezayî hilweşiyan û gelek ji wan jî ji aliyê kesên li xezîneyê digerin hatin rûxandin.    Li mezrika Soyê ya bi ser gundê Dêzê ya girêdayî navenda Colemêrgê Dêra Sû ku heye yek ji van dêran e. Tenê li geliyê Dêzê 16 dêr hene û bermayîyên wan jî neman e. Dêra li mezra Soyê jî di demek nêz de ji aliyê kesên li xezîneyê digerin hat kolandin. Heta roja îro hundirê dêrê bi dehan car hatiye kolandin û dêr neyê parastin dê bi hilweşandinê re rû bi rû bimîne.    ‘DIVÊ EM BI HEMAN AWAYÎ QÎMETÊ BIDIN NAVENDÊN BAWERIYÊ’   Li Geliyê Dêzê gelek gundên hene yên Nastûriyan e. Dêra her gundî heye. Nazmî Yigît her dêr navenda îbadeta Nasûriyan bûye lê niha ev dêr ji aliyê kesên dibêjin “em misilman in” hatiye rûxandin û got: “Li vir dîrokek heye. Dema mirov li dîwarên dêrê dinêre diyar e ku bi kedek mezin hatiye çêkirin. Li van gundan hemûyan dêr hene. Lê mixabin gelek dêr ji ber nehatin parasin rûxiyan û tune bûn. Dêr ji aliyê xezîvanan ve hatin rûxandin. Ev der navenda baweriyê ye. Çawa em li mizgeftên xwe dinêrin divê em wiha li dêran jî binerin.”    ‘DEMA GUND HATIN VALAKIRIN DÊR JÎ BÊXWEDÎ MAN’    Yigît da zanîn ku dema mezra Soyê di 1993’an de ji aliyê dewletê ve hat valakirin dêr jî bê xwedî mane û çi dibe bila bibe divê li dêran xwedî bê derketin.    MA / Hamza Gunduz