Gundê hevpar ê kurd û ermeniyan: Guzereşê 2018-04-25 09:27:52 COLEMÊRG – Salên dirêj kurd û ermenî li gundê Guzereşê yê Çelê bi hev re jiyanek hevpar ava kirin. Gund di salên 1990’î de hat valakirin û pişt re gundî vegeriyan. Niha dîsa jiyan li gund ava bûye.  Gundê Guzereşê yê bi ser navçeya Çelê ya Colemêrgê ve wek bi sedan gundên li bajarên herêmê di sala 1995’an de hat valakirin. Îsmaîl û Fatma Onal ên hevjînên hev di vê serdemê de neçar man ku koçber bikin. Piştî 7 salan bi bîrîkirinek mezin vedigerin gundên xwe. Ewil malbata Onal vedigere gund. Gelek malbat tene havînê diçin gundê xwe. Lê malbata Onal havîn û zivistanê hemû li gund dijî. Gundê Guzereşê li gel xwezaya xwe ya xweşik malovaniya jiyana hevpar a kurd û ermeniyan dike.    ‘NEÇAR MAM BÊM GUND’    Piştî hilweşandina gundan Îsmaîl Onal ê ewilî vegeriya gund wiha got: “Di seranserî dîroka gund de ermenî li aliyê din ê çem diman û kurd jî li aliyê din ê gund diman. Em bi biratiyî bi hev re dijiyan. Onal anî ziman ku ew neçar maye ku ji jiyana bajaran bireve û dîsa bê li gundê xwe bicih bibe. Onal got ku ew bi karê bax û baxçeyan debara xwe dike.    'EM TENÊ DIJÎN’    Onal da zanîn ku piştî teqewît dibe biryar daye ku bê li gund bijî û xwest ku gundiyên wan tenê ne havînê çar demsal bên li gund bijîn. Onal got ku zivistanê jî ew û hevjîna xwe tenê li gund dijîn û jiyana xwezayî li gund aramiyê dide wî.    'EM Û ERMENIYAN WEK BIRAYAN BÛN’    Onal destnîşan kir ku ermenî û kalên wan bi sedan sal bi hev re li gund jiyan kirin e û gundê wan hem yê ermeniyan e û hem jî yê kurdan e. Onal diyar kir ku dê ji niha şûn ve herî zêde herêma wan xweş bike aştî û jiyanek bi aramiye û xwest şer cihê xwe ji aştiyê berde û hemû gundî bên gundê bi hev re jiyan bikin.    MA / Nîmet Olmez