‘Divê artêşa betalan di 1’ê Gulanê de dakeve qadê’ 2018-04-25 09:24:58 AMED – Serokê Komîteya Amadekar Mehmet Şîrîn Gorbuz, diyar kir ku li Amedê amadekariyên ji bo 1’ê Gulanê li ber qedandinê ne. Gorbuz, destnîşan kir ku artêşa betalan a ji kesên bi awayekî derhiqûqî û bi KHK’yan hatin îxrcakirin berê xwe bidin Qada 5’ê Hezîranê.  Li Amedê amadekariyên ji bo 1’ê Gulanê ku dê bi dirûşmeya “Em ê rojên xweş bibînin” li Qada 5’ê Hezîranê (Îstasyonê) bê lidarxistin temam bûn. Serokê Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê Mehmet Şîrîn Gorbuz, destnîşan kir ku kesên bi KHK’ên Rewşa Awarte hatin îxrackirin dê li qadê bin.    Gorbuz, bi lêv kir ku her diçe krîza aborî ya li welat kûrtir dibe û ev yek hêz kirînê ya kedkaran kêm dike. Gorbuz, bi lêv kir ku dê qîrîniya wan herî bilind aştî û demokrasî be, çimkî pêdiviya civakê bi aramiyê heye.    ‘BI REWŞA AWARTE HEJMARA BETALAN ZÊDE DIBE’    Gorbuz, destnîşan kir ku neewlehiyî pirsgirêka herî sereke ya kedkaran e û got: “Bi KHK’yên ku piştî îlankirina Rewşa Awarte hatin derxistin bi hezaran kedkarên cemaweriyê û karker bi awayekî derhiqûqî hatin îxrackirin. Bêyî hincet karker ji kar hatin avêtin û ev yek artêşa betalan ku her diçe zêde dibe derxist holê.”    ‘DIVÊ HEMÛ KEDKAR LI QADÊ AMADE BIN’    Gorbuz, destnîşan kir ku divê di 1’ê Gulanê de kesên li dijî şer dibêjin aştî dakevin qadê û dengê xwe bilind bikin. Gorbuz bang li hemû kedkaran kir ku di 1’ê Gulanê de li Qada 5’ê Hezîranê amade bin.