Înîsyatîfa Dijî Rewşa Awarte: Tu ewlehiya hilbijartinê tune ye, lê dê îktîdar winda bike 2018-04-25 09:22:57   ENQERE – Endamê Platforma Dijî Rewşa Awarte Bulent Atamer bal kişand ser ewlehiya hilbijartinê û diyar kir ku dê ev berteka dijber sîrayetî encamên hilbijartinê bike. Atamer got: “Helbet dê winda bikin, çimkî berê jî civakê refleksên wisa nîşan da.”    Her çend Tirkiye li ser hilbijartina zordest hûr bûbe jî, careke din nîqaşên der barê ewlehiya hilbijartinê de ketin rojevê. Aktivîstê Platforma Dijî Rewşa Awarte (OHAL) Bulent Atamer, şik û gumanên di vî warî de nirxandin.    'AZADIYA RAMANÊ Û RÊXISTINBÛYÎNÊ TUNE YE’    Atamer, diyar kir ku di şert û mercên Rewşa Awarte de azadiya ramanê, azadiya rêxistinbûyînê, azadiya propagandayê tune ye û di vê der barê de bal kişand ser girtina mamoste Ayşe Çelîk, girtina parlementer û rojnamevanan û operasyonên medyaya civakiyî. Atamer got: “Bîrdariya Mafê Mirovan a bêgiyan jî di bin çavan de ye. Wê bi nîqaşkirina çi, bi bilêvkirina kîjan ramanan ev civak ber bi hilbijarinê ve biçe. Azadiya rêxistinbûyînê tune ye. Hejmata girtina komele, weqf û sendîkayên muxalif nêzî hezar û 500 ye. Dema em li çapemeniyê dinerin, ajans, rojname û malperên muxalif tên girtin. Nêvenga înternetê hema bêje bi temamî ji aliyê dewletê ve tê guhdarîkirin. Ji ber tewîtekê ceza tê dayîn. Dê nêvengeke wisa de wê derfeta hilbijartinê ya gel çawa çêbibe.”    NÎQAŞA REWŞA AWARTE    Atamer, diyar kir ku careke din dirêjkirina Rewşa Awarte ji bo îktîdar handikap e û wiha behsa lêkolîna xwe ya demek berê kiribûn kir:    “Demek berê me xwest em der barê Rewşa Awarte de lêkolînekê bikin. Lêkolîneke ku kutuka wê diyar û ewlehiya wê zêde ye. Di vê lêkolînê de encameke ecêb derket holê; Ji 3 parên AKP’ê parek, dirêjkirina Rewşa Awarte wekî pirsgirêk nabîne, ji sê paran yek jê jî diyar dike ku div î warî de qenaetek wan tune ye û yê mayîn jî diyar dikin ku tu hinceteke ku Rewşa Awarte bê dirêjkirin tune ye û diviya neyê dirêjkirin. Yanî di nav mexdûrên Rewşa Awarte de kesên alîgirên AKP’ê jî hene. Li gor lêkolîna Platforma Maf û Edaletê, ji sedî 70’yê mexdûran qismek jê alîgirên AKP’ê ne. Jixwe ji 3 parên mexdûrên Rewşa Awarte 2 par jê di warê siyasî de piştevaniya AKP’ê dikin. Fikra civakê ew e ku mexdûrên Rewşa Awarte vê mexdûriyetê heq nakin. Dema em vana hemûyan tînin gel hev, aşkere ye ku êdî mexdûriyeta Rewşa Awarte bandorê li alîgirên AKP û MHP’ê jî dike. Yanî aşkere ye ku hem di warê hiqûqî hem jî di warê civakiyî de Rewşa Awarte ne guncan e.    ATMOSFERA NIHA JI YA DEMA HILBIJARTINÊN MIJDARÊ XERABTIR E    Şert û mercên niha ji yên dema hilbijartina Mijdarê xirabtir in. Wê demê liv û tevgereke ku HDP’ê marjînalîze bike hebû. Li vir dibe ku em bi heman rewşê re rû bi rû bimînin. Bi guherînên hatin kirin û qanûnên hatin çêkirin dixwazin tiştekî wiha bikin. Îhtimala ku welatiyek bêje ewlehiya min tune ye û dikare gazî hêzên dewletê bike heye. Bi biryara walîtiyê û desteyên hilbijartinê yên navçeyan derfeta yekkirina sindoqan heye. Rêbazeke bi navê sindoqa gerok derxistin. Nediyar e ka dê ji bo çi bê bikaranîn. Yanî dibe ku em bi şidet û muxalefeteke çewisandî re rû bi rû bimînin. Çima? Çimkî AKP xwe wekî ku divê hilbijartinê winda neke dibîne. Lê ev yek nayê wateya ku dêê hilbijartinê winda neke. Li ber çeka polîsan dayîna dengan mimkun e, mimkun e denga rast neye hesibandin, mimkun e ku sindoqê mal bi mal bigerînin û dengan tije bikin. Di dîroka komarê de cara ewil e ku hilbijartineke evqasî derhiqûqî û ji demokrasiyê dûr çêdibe.    DÊ CIVAKA CAREKE DIN REFLEKSA GUHERANDINA REWŞÊ NÎŞAN BIDE    Wisa bawer dikim ku dê ev nerihetiya ji ber Rewşa Awarte di sindoqan de xwe bide der. Refleksên civakê ên di vî warî de hene. Kesên darbeya 1980’yî kirin di 1982’yan de Qanûnek Bingehîn çêkirin. Serokek  hilbijartin. Paşê ew serok derket got ‘me du partiyên wekî qiralan ji we re çêkir, dengê xwe bidin wan.’ Lê civak ji bilî vana, dengê xwe da vebijêrka 3’yem bi rêjeyeke ji sedî 92 deng dan ANAP’ê. Kesê hikim dike dibêje qey dê hemû hikmên wî pêk bên. Yanî wisa difikire ‘Civak sernerm e, ez çi bêjim dê bike.’ Lê ne wisa ye. Ev yek piştî darbeya 60’î wisa bû. Qanûna Bingehîn a darbeya 60’î jî bi rêjeyeke ji sedî 65’an hat qebûlkirin. Di hilbijartinên pêş de Partiya Edaletê ku dewama Partiya Demokratê bû hat destekkirin. Divê em ji bîr nekin ku em di civakeke ku reasiyonên wê yên bi vî rengî hene de dijîn.”    Atamer, diyar kir ku kesên dibêjin sindoq girîng in, divê nobeta sindoqan bigirin.    MA / Kenan Kirkaya