HDP’ê tasfiye bike, MHP’ya duyem îkame bike! 2018-04-25 09:22:10   ENQERE – Piştî CHP’ê 15 parlementerên xwe transferî Partiya ÎYÎ’yê kirin, di Meclîsê de koma Partiya ÎYÎ’yê jî çêbû. Ev yek bi xwe re diyar kir ku di meclîsê de êdî du partiyên li ser xeta MHP’ê hene. Her wiha partiya 3’yemîn a meclîsê HDP jî, bi konsensusa CHP, MHP û AKP’ê hêdî hêdî ji meclîsê tê tasfiyekirin.    Piştî biryara hilbijartina pêşwext hat wergirtin, di siyaseta Tirkiyeyê de bi lez û bez kevir cihê xwe dibînin. Îtifaq, têkilî û xetên siyasî yên li ser vî asasî her diçe diyarker dibin. Partiya ÎYÎ’yê ku kesên ji MHP’ê veqetiyan û di bin banê serokatiya Meral Akşenerê de ew ava kirin, piştî CHP’ê 15 parlementer dan wê êdî di Meclîsê de koma xwe ava kir.    DI MECLÎSÊ DE DU MHP HENE    Bi vî awayî di Meclîsê de koma du partiyên ku li ser xeta MHP’ê hene. Ji van partiyan yek jê îktîdar destekê dide ya din jî muxalefeta sereke destekê dide. Ev herdu partî ji bo HDP’ya ku muxalefeta kurd û tevgera sosyalist a Tirkiyeyê di bin banê xwe de dihebîne dibêjin “em wê flû dibînin” û wê tune dihesibînin û dixwazin di Meclîsê de cihê siyaseteke wisa tune be. Bi qasî Devlet Bahçelî, kesên mîna Umît Ozdag jî û parlementerên Partiya ÎYÎ’yê daxuyandibûn ku “Divê di Meclîsê de cihê terorîstan tune be.”    Hem îktîdar hem jî muxalefet hewl dide ku HDP’ê ji siyaseta Tirkiyeyê tasfiye bikin. Di 7’ê Hezîranê de partiya îktîdarê ji bo HDP di bin bendavê de bimîne, çi ji destê wê hatibû kiribû. Her wiha CHP jî di nav de partiyên muxalif ji bo hilbijêr dengan nedin HDP’ê digotin “HDP û AKP li ser xweseriyê li hev kirin. Eger têkevin meclîsê dê rê li ber serokatiyê vebikin.” Lê belê tevî van astengiyan hemûyan jî, HDP di 7’ê Hezîranê de ji sedî 13.1 deng û di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de jî ji sedî 10.5 deng wergirtin. Lê belê niha jî hewl didin ku bi riya darazê HDP’ê ji meclîsê tasfiye bikin.    PÊVAJOYA TASFIYEKIRINA HDP’Ê    Piştî Serokomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyip Erdogan xist rojevê, di 20’ê Gulana 2016’an de destendayîn hatin rakirin û ev yek gava ewil a şênber a vê pêvajoyê bû. Ev gav bi helwesta hevpar a AKP, CHP û MHP’ê hat avêtin. Piştî destnedayîn hatin rakirin di 4’ê Mijdara 2016’an de li hemberî parlementerên HDP’ê operasyonên girtin û binçavkirinê dest pê kirin. Heta niha gelek parlementerên HDP’ê hatine girtin. HDP’ê di 7’ê Hezîranê de 80 parlementer xistibûn meclîsê û di 1’ê Mijdarê de jî 59 parlementer. Lê belê bi van operasyonên navborî, hejmara parlementerên HDP’ê daket 48’an. Parlementeriya 11 parlementerên HDP’ê hat betalkirin. Dibe ku parlementeriya Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê serdema din Selahattîn Demîrtaş, parlementerê HDP’ê Îdrîs Balûken, Gulser Yildirim, Abdûllah Zeydan, Çaglar Demîrel, Bûrcû Çelîk bê betalkirin û bi vî awayî dibe ku hejmara parlementerên HDP’ê û MHP’ê bibin yek.    HDP’Ê BIŞÎNE MHP’YEK DIN BÎNE ŞÛNA WÊ!    Ev nêzîkatiya siyasî ku hewl dide hêdî hêdî HDP’ê tasfiye bike, li şûna vê yekê bi dabeşkirina MHP’ê ew zêdetir kir. Herî dawî CHP got ‘em li gor demokrasiyê tev digerin’ û destek da Partiya ÎYÎ’yê û hişt ku di Meclîsê de koma xwe ava bike. Bi vî awayî diyar bû ku di Meclîsê de du komên partiyên li ser xeta MHP’ê hene. Ev rewş careke din nîşan da ku, di rewşên krîtîk de partiyên siyasî yên Tirkiyeyê li hemberî kurdan wekî marîpişta sereke ya xeta MHP’ê tev digerin û HDP’ê wekî tehdît û talûke dibînin.    MA / Kenan Kirkaya