'Bi riya sînemayê em dikarin çîrokên xwe ragihînin cîhanê’ 2018-04-25 09:21:30 STENBOL – Lîstikvan Bîlal Bûlût, diyar kir ku li gor 10 sal berê sinemaya kurdî pêşveketiye, lê belê bandor ji Rewşa Awarte girtiye. Bûlût diyar kir ku sinema qadeke girîng û ew bi riya sînemayê dikarin çîrokên xwe ragihînin cîhanê.  Lîstikvan Bîlal Bûlût ku di gelek fîlmên kurdî de cih girtiye û herî dawî di fîlmê “Hewno Bêreng” ê derhêner Mehmet Alî Konar de lîst, behsa sinemaya kurdî kir. Bûlût, bi lêv kir ku heta du sal berê jî rewşa sînemaya kurdî baş bû, lê belê bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) re tablo guheriye.    Bûlût, Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê ya 37’an bi bîr xist û got: “Heta 3 sal berê jî di mîhrîcanê de 2-3 fîlmên kurdî hebûn, lê îsal tenê fîlmekî kurdî hat nîşandan. Wisa difikirim ku sedema vê yekê rewşa siyasî, aborî û şert û mercên şerî ne. Jixwe dewlet destekê nade fîlmên kurdan.” Bûlût, anî ziman ku di demên dawî de kurdên Îranê fîlman dikişînin, lê belê li Tirkiyeyê êdî kişandina fîlman jî zehmet e. Bûlût bi lêv kir ku dema wan sala çûyîn fîlmê “Hewno Bêreng” li Amedê kişandiye, bi zor û zehmetiyan re rû bi rû mane û got: “Her çend me ji bo fîlm destûr stenbû, dîsa jî di dema kêşanê de polîsan tim gef li me dixwarin û em tahrîk dikin.”    ‘SÎNEMAYA KURDÎ HATIYE RADEYEKÊ’    Bûlût, diyar kir ku li gorî 10 sal berê, niha sinemaya kurdî pêşvetir çûye. Bûlût anî ziman ku li Tirkiye, Iraq, Îran û Ewropayê kurd bi sînemayê re bilî dibin û got: “Berê dema me li cihekî çîrokeke kurdan bidîtana em kêfxweş dibûn. Lê niha hejmara fîlmên kurdan zêde ye. Her çend fîlmên metrajdirêj kêm bin jî, gelek fîlmên kurt hene. Lê fîlmên kurt ên tên kişandin jî pir baş in.”    Bûlût, diyar kir ku di warê aborî  siyasî de pirsgirêkên sinemaya kurdî hene û eger derfetên aborî baş bin dê sinemaya kurdî hîn baştir bibe. Bûlût destnîşan kir ku divê sinemaya kurdî bê destekirin.    ‘EM BI SÎNEMAYÊ DIKARIN XWE BIGIHÎNIN CÎHANÊ’    Her wiha Bûlût bal kişand sansura li ser fîlman tê kirin jî û diyar kir ku Rewşa Awarte bandor li vê qadê jî kiriye. Bûlût, anî ziman ku dema wan ji bo Belgeya Berhemê serlêdan pêk aniye, Wezareta Çandê hin beşên fîlm sansur kirine.    Bûlût, diyar kir ku sinema qadeke wisa ku mirov dengê xwe radigîne û got: “Ji bo pêşvexistina sinemaya kurdî çi ji destê me bê divê em bikin.” Bûlût, destnîşan kir ku ew bi riya sînemayê dikarin xwe û çîrokên xwe ragihînin cîhanê û got: “Ji bo sinemaya kurdî divê ew tiştekî wisa bikin ku, rê li ber bê vekirin.”    MA / Sadiye Eser