Dîrokzan Hur: Ev ne ‘pêşwext’ û ‘zordest’ e, xespkirina hilbijartinê ye 2018-04-25 09:20:37 STENBOL –Dîrokzan Ayşe Hur, biryara hilbijartina zordest nirxand û got: “Îktîdara ku hemû organên rêveberiyê xistibûn destê xwe bi KHK û Rewşa Awarte bi awayekî derhiqûqî her tişt dikir. Dibe ku bi şanoya hilbijartinê re çend saziyên serbixwe yên mayî jî bi xwe ve girêbide.”  Dîrokzan Ayşe Hur biryara hilbijartina zordest nirxand. Hur diyar kir ku îktîdara heyî bi krîzeke rêvebirinê re rû bi rû maye û ji bo ji nû ve şikilekî bide rêveberiyê serî li hilbijartinê daye.    ‘NE ZORDEST E, HILBIJARTIN HATINE XESPKIRIN’    Hurd, bi lêv kir ku pênaseyên wekî “pêşwext” û “zordest” li gor rewşa heyî kêm dimînin û got: “Ev yek ne zordest e, xespkirina hilbijartinên serokomariyê ne. Demokrasiya temsîlî di tu serdema dîrokê de ji bo gel nebûye derman. Lê qet nebe destûra parvekirina rolan hat dayîn. Ji bo vê biryara dawî jî wisa difikirim ku tu unsûrên demokrasiya temsîlî têde tune ne û wekî şanoyeke ku kesên îktîdar ew tayînkirine û têde rol girtine difikirim.”    Hur, diyar kir ku îktîdar di nav krîzeke kûr de ye û ev biryara hatiye girtin jî nîşan dide ku daneyên aborî bi qasî ku êdî nayên tehamulkirin xirab in. Hur, diyar kir ku êdî Serokomar Erdogan hedefên xwe yên 2023’yan paşguh kirine û got: “Êdî Erdogan girîngiyê nade sombolîzma 2023’yan. 5 sal şûnde em ê bibînin ku êdî ne têgehên Komara Tirkiyeyê, têgehên Osmaniyî bi kar bîne. Xeyala îktîdarê ya ku xwe bigihîne sînorên berfireh ên dema Abdulhamît.”   MA / Elif Çetiner