Karneya AKP’ê ya 16 salan 2018-04-25 09:19:46 NAVENDA NÛÇEYAN - AKP di 16 salên îktîdara xwe de, ji aboriyê bigire heta polîtîkayên derve, ji tenduristiyê bigire heta ekolojiye, ji mafên mirovan bigire heta demokrasiyê welat ber bi krîzeke kûr ve biriye. Dê li Tirkiye di nêvengeke krîziyî de di 24’ê Hezîranê de hilbijartinek zordest pêk bê.  Bi tevkariya MHP û AKP’ê biryara hilbijartineke zordest hat dayîn ku dê di 24’ê Hezîranê de pêk bê. Her çend îtifaqa AKP-MHP’ê ji bo vê biryara hilbijartinê wekî hincet “pirsgirêka bekaya dewletê” nîşan bide jî, di asasê xwe baş tê zanîn ku mesele “krîza rêveberiyî” ye. Jixwe karneya 16 salan a AKP’ê vê rastiyê bi awayekî aşkere derdixîne holê.    REWŞA AWARTE LI TEVAHIYA WELAT BELAV BÛ    Di sala 2002’yan de dema AKP bû îktîdar, wehda wê ya herî girîng ew bû ku dawî li Rewşa Awarte (OHAL) ku di sala 1987’an de ket dewrê û heta 2002’yan dewam kir bîne. Bi biryara meclîsê dawî li Rewşa Awarte ya li 13 bajarên kurdan anî. Lê belê di sala 14’an a îktîdara xwe de vê carê Rewşa Awarte li tevahiya Tirkiyeyê belav kir. Dema Rewşa Awarte hat îlankirin hat daxuyandin ku dê 3 mehan jî nedome, lê belê heta niha 7 caran dema wê hatiye dirêjkirin. Di dema Rewşa Awarte de 30 Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatin derxistin û bi van KHK’yan nêzî 120 hezar kedkarên cemaweriyê ji karê xwe bûn û bi “sererastkirin taşeronê” nêzî 120 hezar karkerên taşeronî ji karê xwe bûn.    BETALÎ KÊM NEBÛ, KARKER MEHKÛMÎ MIRINÊ HATIN KIRIN    AKP dema bû îktîdar dîsa wehd kiribû ku ew ê “betalîbûnê” biqedîne. Lê belê di 16 salên îktîdara wê de hejmara karkerên ku di cinayetên karî de mirin gihaşt 22 hezaran. Her wiha li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK), di sala 2002’yan de rêjeya betaliyê ji sedî 10.3 bû, lê belê di meha Çileyê ya 2018’an de ev rêje ji sedî 10.8 e.Dîsa hejmara karkerên taşeronî ku di sala 2002’yan de li dor 387 hezaran bû, niha 2 milyon derbas kirine.    HEJMARA MAMOSTEYÊN KU TAYÎNA WAN NAYÊ KIRIN 5 QAT ZÊDETIR BÛ    AKP, sozên xwe yên ji bo tayînkirina mamsoteyên tayîna wan nayên kirin jî bi cih neanî. Dema hejmara mamosteyên tayîna wan nayê kirin 72 hezar bû, AKP li qadên mîtîngan digot “Dê di serdema hikûmeta me de hemû mamoste bên tayînkirin”, lê belê niha hejmara mamosteyên tayîna wan nayê kirin bûye 430 hezar. Her wiha hejmara kesên zanîngeha qedandine û betal in jî nêzî milyonekê ye.    DEYN ZÊDE BÛN    Tevî betaliyê, rewşa aboriyê jî tarûmar e. Her çend bê gotin ku deynê IMF’ hatiye dayîn, lê belê di sala 2002’yan de deynê Xezîneyê yê derve 242.7 milyar bû, di meha Kanûnê ya 2017’an de heman deyn bû 876.5 milyar.    LÎTREYA MAZOTÊ 5 LÎRE DERBAS KIR    Yek ji wehdên AKP’ê yên 2002’yan jî ew bû ku ji bo istikrara cotkaran ew ê bihayê mazot, gubre, tov û dermanên çandiniyê kêm bikin û ji bo amûrên teknolojîk tevdîran bigirin. Lê belê di 16 salan de bihayê mazotê 4 qat zêdetir bû. Di sala 2002’yan de lîtreya mazotê 1.303 lîre bû, lê di sala 2018’an de 5 lîre derbas kir.    COTKARAN HEQÊ KEDA NXWE NESTEND    Li gel vê rewşê, bihayên gubre jî her çû zêdetir bû. Di sala 2002’yan de tona gubre bi 162 hezar lîreyî bû, lê belê di meha Çileyê ya 2018’an de tona bû 750 lîre. Her wiha bihayê berên ku cotkar hildiberînin jî erzantir bû.    ERDÊN ÇANDINIYÊ KÊM BÛN    AKP ku bi polîtîkaya “Pêşvebirina cotkaran, rakirina pêdarê ya çandiniyê” ket rê, taliya talî ev polîtîkaya wê jî bû fiyasko. Di sala ewil a AKP’ê de hejmara cotkarên tomarkirî 2 milyon û 765 hezar bû, lê belê di sala 2017’an de ev hejmar daket 2 milyon û 267 hezaran. Yanî li Tirkiyeyê nêzî 500 hezar cotkar dev ji çandiniyê berdane û her wiha nêzî 3 milyon hektar erde çandniyê jî bûn qurbanê înşeat, rê, santralên termik, santralên jeotermali û hwd. Her wiha heman polîtîka sewalvanî qedand. Bihabûna êman, qedexekirina zozanan û li mêrgan rêvekirina li ber îmarê hejmara heywanan jî kêm kir.    QÛRÊN DOWÎZÎ REQOR ŞIKANDIN    Di sala 2002’yan de qûra dolar 1.505 lîre bû, lê belê niha herî dawî qûra dolar bû 4.09 lîre.    Yek ji qadên ku AKP pê pesnê xwe dide jî qada tenduristiyê ye. Lê belê her çû ev qad jî rûxiya. Bi projeya “Veguherîna Tenduristiyê” ya Wezareta Tenduristiyê re, derbasî pergala performansê bû û pergaleke ku qezencê esas digere hat afirandin. Bi vê pergalê re têkiliya bijîşk-nexweş hat astengkirin û rê li ber sepandinên tiba alternatîf hatin vekirin. Bi vê pergala performansê re, di navbera bijîşk û xebatkarên tenduristiyê de pergala reqabetê hat afirandin û dema muayeneya nexweşan daket 10 deqîqeyan û ev yek jî rê li ber teşhîsên xelet vedike.    Her wiha heman tişt di qada perwerdehiyê de jî rû didin. AKP’a ku wehd kir ew ê perwerdehî bi temamî bê heq be, heta niha 6 caran pergala perwerdehiyê guherand. Hemû pergalên hatin guherandin her yek ji ya din xerabtir bû.   AKP’ya ku ji hilbijarên xwe re diyar kir ku wê di navbera wan û cînarên wan de tu pirsgirêk nemînin, her çû pirsgirêkên bi cînaran re zêdetir bû. Hat wê radeyê ku hema bêje niha ji bilî Azerbaycanê pêvtir navbera Tirkiyeyê û tu welatên cînar nebaş e. Her wiha piştî “Bihara Ereban” ku li Rojhilata Navîn dest pê kir ev polîtîkaya ku digot wê pirsgirêkên bi cînaran re nemînin, veguherî “polîtîkaya şer.” Piştî li sûriyeyê pevçûn û şer rû dan, li cîhanê Tirkiye wekî welatekî ku alîkariya DAIŞ, El Nûsra û rêxistinên bi vî rengî dike hat naskirin. Her wiha tirkiye li sûriyeyê pêşî di ser xeta Cerablûs-Ezazê de û paşê li Efrînê êrîşî kurdan kir. Piştî êrîşan Tirkiyeyê li Sûriyeyê wekî welatekî dagirker hat pênasekirin.    MA / Ahmet Kanbal