Komîsyona Zarokan a ÎHD'ê: Zarokan dikin amûra mîlîtarîzmê 2018-04-25 09:18:48 STENBOL - Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bertek nîşanî rayedarên ku di 23'ê Nîsanê de cilên leşkerî li zarokan kirin û derxistin kontrola rê. Berdevka Komîsyona Zarokan a ÎHD'ê Melek Boz, diyar kir ku zarokan dikin amûra militarist û wiha got: "Bi vê yekê Paymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye îhlalkirin."  Di 23'ê Nîsanê roja Cejna Zarokan de li gelek bajarên Tirkiye ji bo zarokan bername hatin li darxistin. Li Enqereyê zarok wekî sembol li koltixên maqam dan rûniştandin. Li Dibistana Seretayî ya Kazanli ya Akdenîza Mêrsînê jî bi hinceta cilên zarokên keçik, bername di nêvî de hat qutkirin. Li navçeya Nisêbînê jî li hin zarokan cilên leşkerî li wan kirin. Zarok birin nokteya kontrolê ya ketina Navçeya Nisêbînê û bi cilên leşkerî bi wan nasnameyê welatiyan dan kontrolkirin. Dîsa bi wan li bagajên maşîneyan geriyan.   Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bertek nîşanî vê helwesta rayedaran dan. Berdevka Komîsyona Zarokan a ÎHD'ê Melek Boz, diyar kir ku zarokan dikin amûra militarist û wiha got: "Bi vê yekê Paymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye îhlalkirin. Rûniştandina zarokan a li Koltuxa makam jî peyamek wê heye. Zarokan dikin wekî amûr. Berê zarokên 10-11 salî yên sergirtî li koltuxa meclîsê dan rûniştandin û wêneyên wan kişandin. Kirin manşetên rojnameyan. Me dît ku di 23'ê nîsanê cejna zarokan de jî dîsa tablo nehat guhertin.    EM VÊ HIŞMENDIYÊ ŞERMEZAR DIKIN   Boz, bal kişand ser geşedanên li Dibistana Seretayî ya Kazanli ya Mêrsînê û wiha got: “Zarok ji dikê daxistin. Piştre Midûrê MEB'ê yê Akdenizê daxuyanî da û got 'Cilên zarokan ne li gorî rewşê bû' Ev nişmendiya wan a paşverû ya di qada perwerdehiyê de nîşan dide. Em vê yekê şermezar dikin."    'PEYMANA MAFÊ ZAROKAN A NY'Ê HATIYE BINPÊKIRIN   Boz, bal kişand ser zarokên li Nisêbînê cilên leşkerî li wan kirin û derxistin kontrola rê jî û wiha got: "Ev pêkanîn helwestek militarist e û zarok kirine amûrê milîtarîzmê. Di vê pêvajoyê de hişmendiya ku nirxên leşkerî pîroz dibînin dixwazin militaristê serdest bikin. Ev rewş li dijî Peymana Mafê Zarokan a NY ye. Li gorî xala 16'an ‘Divê bi tu aweyî mudaxaleyî jiyana taybet a zarokan nekin. divê nekevin nava hewldanên ku rûmet û kesayetiya wan kêm bixin.  Ev bûyer îstîsmara fîzîkî û derûnî ye."    MA / Sadiye Eser