Ji ber lêpirsîna berî 20 salan a qediyayê ji kar avêtin 2018-04-25 09:18:07 MÊRSÎN - Karkerê taşeronê Burhan Kirilmaz, ê 15 salin li Zanîngeha Mêrsînê dixebite, ji ber lêpirsîna berî 20 salan a bi dawî bû, ji kar hat avêtin. Kirilmaz, diyar kir ku ev cûdakariye û got: “Di vê civakê de min dît ku rastî cûdakariyê hatim.” Her roja derbas dibe hejmara karkerên taşeronên yên bi hincetên lêpirsîna ewlekariyê ji kar tên avêtin zêdetir dibe. Karkerê taşeronê Burhan Kirilmaz ê 15 salin li Nexweşxaneya Sing a Fakulteya Tip a Zanîngeha Mêrsînê dixebitî, di dema ku amadekariya zewicandinê dikir, bi hinceta lêpirsîna ewlekariyê ji kar hat avêtin. Kirilmaz, diyar kir ku gava wî dest bi xebatê kir tu pirsgirêkên ewlekariyê dernekin û wiha axivî: “Bi daxwaza kadrobûyînê min serlêdan kir, lê bi hinceta lêpirsîneke min a berî 20 salan ku bi dawî bûbû, ji kar avêtim.”    'ÎTÎRAZÊN ME NEHATIN QEBÛL KIRIN'   Kirilmaz, anî ziman ku pitşî “Mizgîneya kadro bûyînê” li Zanîngeha Mêrsînê hezar û 200 karkerên taşeronê bi daxwaza kadrobûyîn serledan kirin û wiha got: “Destpêkê 60 hevalên me ji kar derxistin. Dûre ji cihê karê me 18 kes derxistin. Hevalên me yên îtîraz sûcên edlî kirin, îtîrazên wan hatin qebûl kirin û çardin vegeriyan ser karê. wan nehatin qebûl kirin. Lê îtîrazên hevalên mîna yên min nehatin qebûl kirin.”     'EV BÊHIQÛQIYE'   Kirilmaz, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di vê civakê de min dît ku ez rastî cûdakariyê hatim. Dosyayên min ên berî 20 salan hatibûn girtin, weke hincet danin pêşberî min. Ev bêhiqûqiyek mezine. Min dest bi lêgerîna mafê xwe kir. Gotin here ji xwe re parêzerêkê bibîne.”   'MAFÊ ME YÊ JIYANÊ TÊ XESP KIRIN'   Kirilmaz, da zanîn ku divê demildest dawî li vê bêhiqûqiyê bînin û wiha bi dawî kir: “Divê baş bifikirin ku ev bêhiqûqî cûdakariyê çêdike yan na. Di encamê de 15 salin li vê saziyê dixebitim û kedkarekim. Mafê me yê jiyanê hat xesp kirin. Di OHAL’ê de, di vê rewşê de û di kîjan rewşê de dibe bila bibe, banga min ewe ku em kedkarên bindest di vê hilbijartinê de bersiva herî pêwîst bidin hikûmetê.”     MA / Ergîn Çaglar