Navçeyên Wanê ji bo hilbijartinê amade ne 2018-04-25 09:16:20   WAN - Xebatên hilbijartina zordest ên navçeya Wanê dest pê kirin. Hevserokên HDP’ê yên navçeyan, diyar kirin ku bi sedan kes ji bo beşdarî xebatên hilbijartinê bibin serî li partiyê wan dane û gotin: “Em ê îtîfaqa AKP û MHP’ê di sindoqan de veşêrin.”   Li Wanê starta hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê bi coşek mezin hat dayîn û li navçeyan xebat hatin destpêkirin. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeya, diyar kirin ku gel dest bi xebatan kiriye û gotin: “Emê îtîfaqa AKP û MHP’ê bin bixin.”   ‘LI ERDÎŞÊ BI SEDAN KES SERÎ LI HDP'Ê DAN’   Hevserokê HDP’a navçeya Erdîşê Şakîr Asil,  diyar kir ku ew ji bo hilbijartinên zordest amadene û wiha axivî: “Rihê 7’ê Hezîranê, li Erdîşê cardin zindî bûye.  Me komîsyonên xwe avakirin. Ji niha de avahiya partiyê dije dibe. Her roj bi sedan kes tên partiyê, dixwazin beşdarî xebatan dibin û bên erkdar kirin. Weke partî û gel em amadene erka xwe bi cih bînin. Gelê Erdîşê dê bi serkeftinek mezin ji hilbijartinên 24’ê Hezîranê derbikevin.”    ‘GELÊ ÇARDÊRAN TU CARÎ JI ME QÛT NE BÛ’    Hevserokê HDP’a Çardêranê Alî Îhasan Taş jî, anî ziman ku têkildarê hilbijartinê tu pirsgirekan naşîn û wiha got: “Hema bêje hemû gelê nevçeyê bi me re û xebatan bi rêve dibin. Ger gel bi me re be wê demê tu pirsgirekê tuneye. Ewqas zilam, zext û êrîş kirin. Lê ev gel tu carî ji me qût nebû. Em ê bi gelê xwe di vê hilbijartinê de jî bi ser bikevin. Gel li dijî îtîfaqa AKP û MHP’ê pir bi hêrse. Çardêran ji bo hilbijartinê amadeye. Em pêşiya xwe dibînin. Ev hilbijartin ji bo gelê kurd, gelên mazlum û Rojhilata Navîn pir girînge. Çi bikeve ser milê me, emê pêk bînin.”    ‘PARTIYEKE KU BÊ DEFINKIRIN AKP YE'   Hevserokê HDP’ê yê navçeya Artemêtan Bariş Canîş jî, da zanîn ku wan starta hilbijartinê dan û wiha bilêv kir: “Emê bi ruhê seferbertiya 7’ê Hezîranê bixebitin. Meha Hezîranê ji bo me girînge û dê baş derbas bibe. Gelê Artemêtan ji bo hilbijartinê amadeye. Emê mal bi mal bigerin û xwe bigihînin gel. Erdogan dibêje ‘Emê HDP’ê di sindoqan de veşêrin.’ Li herêmê tekane partiya bê veşartin AKP bi xwe ye.”    ‘GELÊ KURD KIRÎNÊN AKP’Ê TU CARÎ JI BÎR NAKE'   Hevserokê HDP’ê yê navçeya Payîzava Bahattîn Yavuz jî, diyar kir ku ew weke HDP’ê ji bo hilbijartinên wiha tim amadene û wiha axivî: “Hilbijartin çi demê dibe bila bibe ji me ferq nake. AKP niha ketiye nava çiravê û dixwaze bi hilbijartinên zordest xwe ji vê xelas bike. Niha em ferqa hemû tiştî dene. Hemû kes dizane AKP’ê Tirkiye dibin deynên welatên biyanî de hiştiye. Emê li Wanê AKP’ê di sindoqan de veşêrin. Gelê me kirînên AKP’ê yên du salin li Kurdistanê pêk tîne ji ber nekiriye û dê tu carî ji bîr neke.”    ‘LI ELBAKÊ EMÊ REKORÊ NEDIN TU KESÊ’    Li Elbakê di hilbijartina 7’ê Hezîranê de, HDP’ê ji sedî 97.38 deng girt û rekor şkand. Hevserokê navçeyê Saît Teymûr jî, anî ziman ku wan starta xebatên hilbijartinê ji zû de dane û wiha got: “Hemû gelê Elbakê ji vê pêvajoyê re amade heye. Li navçeyê em ê dengên HDP’ê zêdetir bikin. Em ê di vê hilbijartinê de jî rekorê nedin tu kesê.”   ‘EM Ê QELQESIYÊ JI SEDÎ 90 DENGAN BIGIRIN’    Hevserokê HDP’ê yê Qelqeliyê Burhan Atamaca jî, destnîşan kirir ku ew armanc dikin ku li Qelqeliyê ji sedî 90 dengan bigirin û wiha bilêv kir: “Gelê Qelqeliyê her tim peywira xwe bi cih anîne. Dê divê hilbijarinê de jî erka xwe bi cih bînin û ji sedî 90 dengan derbixin.”