Li ser cenazeyan şopên şewatê hene 2018-04-24 15:51:44   EDENE  - Malbatên HPG’iyên li Amanosê di pevçûnên cûda de jiyana xwe ji dest dan, ji bo teşhîskirina cenazeyan çûn morgê, diyar kirin ku cenazayên şewîtî û parçe parçe bûne dîtine.    Cenazeyên 17 HPG’îyên li Çiyayê Amanosê di mehên Adar û Nîsanê di pevçûnên derketin de jiyana xwe ji dest dane ji bo karê otopsiyê anîbûn Morga Saziya Tîpa Edlî ya Edeneyê. Ji 17 cenazeyan, malbata 3 HPG’iyan piştî cenaze teşhîs kirin cenazeyên zarokên xwe sipartin axê. 10 cenaze di 22’yê Nîsanê de, li goristana bêkesan hatin definkirin. Gelek malbatan îro, ji bo cenazeyên zarokên xwe teşhîs bikin çûn morgê û testa mînaka xwînê dan.     Malbata endamê HPG’ê Bariş Er ji wêneyên ku Saziya Tipa Edlî kêşandibûn, cenazeyê kurê xwe teşhîs kirin. Hat diyar kirin ku cenazeyê Er li goristina bêkesan hatiye defin kirin û dê bi biryara dozger ji gorê derbixin û telîsê malbatê bikin. Dema malbata Er, cenazeyê kurê xwe bigirin dê bibin li Sêrtê bispêrin axê.   Malbatên ji bo teşhîsê çûn morgê, diyar kirin ku li ser cenazeyan şopên şewatê hene û hin cenaze jî hatin texrîb kirin.    Li aliyê din jî, hat zanîn ku li Saziya Tipa Edlî ya Osmaniyê 6 cenazeyê HPG’iyan hene.