‘Ji bo jin bi hev re bijîn, divê bikevin nava tevgerê’ 2018-04-24 14:08:04 ENQERE / AMED - Koordînasyona Meşa Jinan a Cîhanê ya Tirkiyeyê, bang li jinan kir ku di 24’ê Nîsanê  de ji bo bi hevre bijîn, bikevin nava tevgerê kir. Li Amedê jî TJA û KESK’ê kesên di Plaza Rana de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn.  Koordîsyona Meşa Jinan a Cihanê ya Tirkiyeyê (DKY), ji bo bîranîna jinên di Plaza Rana ya Bangladeşê de berî 5 salan şewitîn û jiyana xwe ji dest dan, daxuyanî da. Jin li avahiya Şaxa SES’ê ya Enqerê hatin gel hev û li ser navê jinna Sekretera Jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoy daxuyanî da.    Atasoy, diyar kir ku ew jinên di 24’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dayîn bibîr tînin û wiha axivî: “Bûyerê mîna Plaza Rana li her derê tên jiyîn. Li dijî hemû kedxwariyan  em bang li jinan dikin ku ji bo mîtînga 1’ê Gulanê li Qada Tandogan a Enqerê kom bibin û daxwazin xwe bînin ziman.”   LI AMEDÊ JÎ QÛRBANIYÊN PLAZA RANA HATIN BIBÎR ANÎN   Li Amedê, hevparên Meja Jinan a Cihanê Tevgera Jina Azad (TJA) û endamên Meclîsa Jinan a KESK’ê hem wext jinên di 24’ê Nîsana 2013’an de li Plaza Rana jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. Civîn li avahiya SES’ê pêk hat. Rêveber û endamên KCD, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, HDP û DBP’ê beşdarî civînê bûn. Li ser navê jinan endama TJA mekiye Ormanci axivî û wiha got: “Emê tu carî komkujiya Plaza Rana ji bîr nekin. Ji bo jin bi hev re bijîn, divê bikevin nava tevgerê û di hilbijartina zordest a 24’ Hezîranê de xwedî vîna xwe derbikevin.”   Piştî axaftinê daxuyanî bi berzkirina “Jin Jiyan Azadî” û lêxistina çepikan bi dawî.