HDK: 1'ê Gulanê dê rewşa têkoşîna hilbijartinê diyar bike 2018-04-24 12:51:47   STENBOL - HDK'ê piştî civîna meclisa giştî encamnameya civînê parve kir. HDK'ê di encamnameyê de diyar kir ku ji ber tifaqa AKP-MHP'ê, êdî zêdetir nikare Tirkiye bi rêve bibe biryara hilbijartina Zordest stendine û wiha got: "1'ê Gulanê dê faşîzmê rawestîne. Dê bibe guleya nîşanê ya têkoşîna hilbijartinê.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), di 22'ê Nîsanê de 3'emîn civîna giştî ya serdema 8'emîn li Navenda Giştî ya HDK'ê ya Beyoglu pêk anî. HDK'ê piştî niqaşên 2 rojan encamnameya civînê bi raya giştî re parve kir. HDK'ê di encamnameyê de bal kişand ser geşedanên dawî, polîtîkayên AKP'ê û êrîşên li ser Efrînê.    'TIRKIYE LI EFRÎNÊ ASÊ MA'   Encamnameya HDK'ê wiha ye:    * "Krîza kapîtalîzmê her ku diçe mayinde dibe û belav dibe. Li gelek welatên cîhanê xwe bi şerê wekaletê nîşan dide. Lê rekabeta ku tengav bûye, li hin cihan wekî şerê bazirganiyê wekî koalisyona DYA, Îngiltere û Fransa bi bahaneya çekên kimyewî êrîşî Suriye dikin.    * Tirkiye piştî ket axa Efrînê, niha li Efrînê asê maye. Tirkiye di nava du deriyan de asê maye. Niha dixwaze demografya Efrînê biguherîne. Gelek komên li herêmên cuda yên Sûriye bi cih bûne, li ser axa Efrînê tên bi cih kirin. Welatiyên Efrînê jî ji bo li axa xwe vegerin tên astengkirin.    * Rejîma Erdogan-AKP'ê, hemû derfetên hegemonya kurevî ku ji ber krizê ji wêre pêşkêş kiriye bi her awayî bikar tîne. Lê her ku gav davêje bêtir di devê kemînê de asê dibe..    * Li aliyekî geşedanên navneteweyî zorê li ser Tirkiye dikin, li aliyê din krîza aborî, siyasî û civakî bêtir zorê li rejîma AKP-Erdogan dike û nîşan dide ku êdî Erdogan nikare bi vi halî Tirkiye bi rêve bibe. Ji bo Erdogan/AKP û sazumankarê wê qeyranê veşêrin û dîsa xwe derxin ser dikê serî li hilbijartina zordest dan. Bi lez û bez ketina hilbijartinê nîşan dide ku tifaqa AKP-MHP têk çûye. Ev biryar nîşan dide ku Tirkiye êdî bi tifaqa AKP-MHP nayê birêve birin.    * Li bajarên Tirkiye OHAL heye, lê li bajarê kurdan Rêveberiya Awarte heye. Di van şert û mercan de aşkere xuya ye hilbijartinek wekhev û demokratîk pêk nayê.    * Di şertê OHAL'ê de hilbijartinek demokratîk, bi edalet û wekhev pêk anyê. Em wekî HDK'ê diyar dikin ku ji bo rejîma yek mirov nebe sazî û rêxistinek dewletê derfeta em hemû gelên muxalif divê li dijî faşîzmê têkoşîna hevpar xurt bikin.    * HDK bi awayekî çalak dê tev li vê hilbijartinê bibe. Dê xebatên hilbijartina 24'ê tenê bi 24'ê Hezîranê bi sînor negire.    * HDK, dîsa herî zêde girîngiyê dide ewlehiya hilbijartin û sinqoqan. Ji bo dengê me neyên dizîn bang li hemû sazî û rêxistinên demokratîk dike ku hemû hêz û xebatên xwe bikin yek.    * 1'ê Gulanê dê faşîzmê rawestîne. Dê bibe guleya nîşanê ya têkoşîna hilbijartinê.