Li Esenyûrtê êrîşeke çekdarî: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn 2018-03-21 19:40:16    STENBOL- Li Esenyûrta Stenbolê, li fabrîkayekê êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn.    Li Esenyûrta Stenbolê li fabrîkayekê êrîşeke çekdarî pêk hat. Hat diyarkirin ku kesê bi navê A.B., ji bo der barê du jinên ku li fîrmayeke tekstîlê dixebitîn û ji kar hatine derxistin biaxive çûye tekstîlê û ew kesên li wir ketine qirika hevdu. Kesê bi navê A.B. bi çeka li ser xwe bera kesên ku bi wan re munaqeşe kiriye.    Di êrîşê de kesê bi navê Îrfan Tepe mir û du kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Esenyûrtê. Hat diyarkirin ku ji birîndaran rewşa kesê bi navê Omer Tepe giran e.    Polîsan A.B. binçav kir