Coş û tevlêbûna Newroza Stenbolê bû dîrok 2018-03-21 19:15:09 STENBOL- Cejna Stenbolê ku bi sed hezaran welatî tev lê bûn, bi coşeke mezin bi dawî bû. Li ser fermana amîrê polîsan ku got "Li van bêşerefan bidin, bila bibînin ka qîrînî çî ye" polîsan mudaxileyî welatiyan kir. Bi hinceta ku alayên kesk û sor û zer hilgirtin herî kêm 64 kes hatin binçavkirin.  Newroza Stenbolê ya li Bazara Gel a Bakirkoyê ku bi sedhezaran kes beşdarî wê bûn, bi coşeke mezin bi dawî bû. Di Newrozê de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan hat şermezarkirin, berxwedana li Efrînê hat silavkirin. Welatoyên tev li pîrozbahiyê bûn li ber stranên Koma Gulên Xerzan govend gerandan û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Efrînê" berz kirin. Piştî bidawîbûna pîrozbahiya Newrozê, li noqteyên lêgerînê polîsan mudaxileyî welatiyan kir. Ji ber gaza îsotan, ava şid û guleyên plastîk gelek kes tengijîn. Di dema mudaxileya polîsan de gotina "Li van bêşerefan bidin, bila bibînin ka qîrînî çî ye" a amîrê polîsan bal kişand. Her wiha di dema mudaxileyê amîrekî polîsan heqaret li girseyê kir û ji polîsan re got: "Paqij bikin werin." Piştî girse belav bû, bûyer rû dan.   NAVÊ KESÊN HATIN BINÇAVKIRIN    Herî kêm 64 kes hatin binçavkirin û navê hinan jê ev in: “Dilan Akcan, Kadriye Kenben, Beyhan Aktaş, Songul Çagin, Asiye Gumuş, Orhan (paşnavê wî nehat hînbûn), Bircan Pehlivan, Gulçin Gürkan, Abidin Metin, Muhlis Demir, Husna Gulden, Çagdaş Meşe, Ali Aksoy, Ali Karabulut, Vahide Karabayir, Şeriban İpek, Rojbin Guler, Gulbahar Elkiliç, Fatim Ugur, Medine İpekçi, Zeynep Acabey, Makbule Altıner, Gulsumet Onal, Mehdi Dag, Ozgur Onal, Şukran Demir, Mecbure Selçuk, Taybet (paşnavê wî nehat hînbûn), Nezahat Oncel, Nurdane Kaymaz Çapkin, Hediye Antaş, Volkan Atmaca, Firat Siler, Riza Alişan, Gulistan Yilmaz, Sabri Akdemir, Berivan Başak, Barize İpek, Nergiz Ayhem, Mehdi (paşnav nehat zanîn), Nuray Ceylan, Fatma Erdem, İkram Ceylan, Muhammed (paşnav nehat hînbûn) Şirin Yalçın, Goncagul Burta, Sara Saglam, Mizgin Başak, Rifat Dayan, Kerem Ozer, Gulsum Kaya, Hediye Kaya, Semiha Kaya, Gulten Aslan, Diyar Eraslan, Mustafa Baga, Azer Baykara, Dilaver Dayan, Yakup Şirin, Semra Yonay, Ali Ozçelik, Onur Ekiz, İbrahim Guler, İsmet Karaaslan.”   DER BARÊ NEWROZA STENBOLÊ DE ÇEND NÎŞE    * Welatiyên ku serê sibehê kincên xwe yên gelêrî li xwe kirin û bi metro, otobês, vapûr û wesayîtên taybet hatin Bakirkoyê, bi berzkirina dirûşmeyên "Kujer Erdogan", "Bijî Berxwedana Efrînê" û "Bijî Serok Apo" ketin qada Newrozê.    * Polîsan rojnamevan asteng kirin û gotin: "Biçin hevalên xwe bikişînin, hûn nikarin li vir dîmenan bigirin." Dema rojnamevanan bertek nîşan de, polîsan got: "Bi karta serokwezîrtiyê werin." Dema rojnamevanan xwest binpêkirinên mafan ên li noqteyên lêgerînê bikişînin polîsan got: "Ev der qada me ya ewlehiyê ye" û rojnamevan bi dûr xistin.    * Ji ber tevdîrên li ser riyên diçin qada Newrozê, gelek parêzer û welatî di warê çûyîna Edliyeya Bakirkoyê de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû man.    * Dovîzên li ser "Em ne şer, aştiyê dixwazin", "Wê Dehaqê Zalim winda bike, Kawa bi ser bikevin" nivîsandî hatin desteserkirin. Amîrekî polîsan ferman da polîsan got: "Tiştekî ku hûn neecibînin destûrê nedin."    * Flama, tîşort û pûşiyên kesk û sor û zer hatin destserkirin û çenteyê jinekê yê kesk û zor û zer jî hat desteserkirin.    * Ciwanekî ku bênavber dirûşmeya "Bijî Berxwedana Efrînê" berz kir, got: "Wisa hîs dikim ku tu dibêjî qey 10 sal in min dirûşme berz nekirine."    * Ermen, pomakî çerkez, roman, laz, tirk û kurd bi berzkirina dirûşmeya "Bijî biratiya gelan" qad tije kirin.    * Ligel hemû astengiyan jî welatiyan posterên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û flamayên kesk û sor û zer xistin qadê.    * Polîsan xwest pankart û flamayên Mala Gel ên li ser "Aştî" nivîsandî desteser bikin. Dema welatiyan bertek nîşan da, polîsan got: "Em jî aştiyê dixwazin, lê..."    * Her wiha welatiyên ku mala wan nêzî qadê bûn, ji bo alayên wan nekevin destên polîsan, alayên xwe birin malê û dîsa hatinq adê. Her wiha hinek jê jî li deverên nêzî qadê veşartin, ji bo dema vegerê wergirin.    * Agirê Newrozê bi berzkirina dirûşmeyên "Em hemû Kawayê Hesinkar in" û "Bijî Berxwedana Efrînê" hat vêxistin.    * Di nameyên hilbijêran û Berdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglû yê girtî de Efrîn balê kişand.    * Zarokên biçûk ji dayikên xwe dipirsin "Dayê çima evqasî lêgerîn heye?"    * Malbatên Berkin Elvan, Suphi Nejat Agirnasli, Ulaş Bayraktaroglu, Dicle Deli û kesên di komkujiyên Pirsûs û Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan jî tev li pîrozbahiya Newrozê bûn.    * Pîrozbahiya Newroza Amedê di ekranên LED'î de hat nîşandan.    * Li qadê tişta bal kişand, piraniya welatiyan ciwan bûn.    * Saziyên çapemeniyê yên nêzî AKP'ê AA, DHA, ÎHA, CNN, Hurriyet, Kanal D neketin qada Newrozê. Gelek saziyên çapemeniyê yên navnetewî Newrozê şopandin.