Li Afganistanê 29 kes û li Şamê 35 kes hatin kuştin 2018-03-21 18:29:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Paytextê Afganistanê Kabilê di pîrozbahiya Newrozê de êrîşa xwekujiyê pêk hat. Di êrîşê de herî kêm 29 kes hatin kuştin û 50 kes jî birîndar bûn. Li Paytextê Sûriyeyê Şamê jî êrîşa bi roket pêk hat. Di êrîşê de herî kêm 35 kesan jiyana xwe ji dest dan.  Di pîrozbahiya Newrozê ya li paytextê Afganîstanê Kabîlê de êrîya xwekujiyê pêk hat. Di êrîşê de herî kêm 29 kes hatin kuştin û zêdeyî 50 kes jî birîndar bûn. Li gorî Neteweyên Yekbûyî li Efganîstanê salan 2017'an 10 hezar kes hatin kuştin an jî birîndar bûne. 2300 jê di dema êrîşan de jiyana xwe ji dest dan an jî birîndar bûn.   ŞAM    Li Paytextê Sûriye Şamê jî li kolanê êrîşa bi roket pêk hat. Di êrîşa bi roket de 35 kesan jiyana xwe ji dest dan. Televizyona Dewletê ya Sûriyeyê diyar kir ku li Guta ya Rojhilat Komên Çekdar ên Îslamê ji herêma Feylak el Rahman êrîş hatiye kirin.