Faşîzm dê winda bike, gel dê qezenc bike 2018-03-21 18:13:34   NAVENDA NÛÇAYAN - Li bajar û navçeyên Kurdistan û Tirkiyeyê, bi milyonan kes li dijî tecrît, dagirkerî, girtin, binçavkirin, talankirin, OHAL, desthilatdariya AKP û MHP’ê bi ruhê berxwedana Efrînê herîkîn qadan û peyama dê faşîzm winda bike, gel qezenc bike, da. Newroz, piştî bernameyan dawî bû.    Li Kurdistan û Tirkiyekê bi milyona gel herikîn qadan, bi ruhê berxwedana Efrînê û coşek mezin Newroza xwe pîroz kirin. Li bajarên Amed, Edene, Mêrsîn, Osmaniye, Hatay, Sêrt, Meletî, Sembûr, Mereş, Dîlok, Tekîrdag, Enqere, Eskîşehîr, Konya, Riha, Dêrsim, Êlih, Erzincan, Xepetê, Çewlîk, Îzmîr, Denîzli, Balikesîr, Manîsa, Mugla, Gever, Colemêrg, Wan, Idîr, Qers, Agirî, Bedlîs, Tetwan, Cizîr, Nisêbin û Mûşê li dijî tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dagirkirin û talankirina Efrînê, OHAL, binçavkirin, desthilatdariya AKP û MHP'ê gel herikin qadên Newrozê, bi coş û ruhê berxwedan Efrînê govend gerandin û bê naber dirêşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedena Efrîn" berz kirin. Di pîrozbahiyên bajar û  navçeyên Kurdistanê de peyamên girîng mûhra xwe li qadan dan û hat xwestin ku tecrîk û êrîşên li ser Efrînê bi dawî bibin.    Ligel êrîş, astengî, pêkanînên keyfî û binçavkirinan jî gel bi hemû rengê û daxwazên qadên Newrozê tije kirin, govend gerand, dirûşme berz kirin û ji bo azadî û yekitîyê bi yek dengî banga berxwedanê kirin. Newrozên li qadan çawan bi coş û kelecanî destpêkirin, bi heman awayî jî bi dawî bûn.