Polisan piştî Newroza Amedê 50 kes binçav kirin 2018-03-21 17:19:44   AMED - Polîsan piştî Newroza Amedê mudaxaleyî girsê kirin û zêdeyî 50 kesan binçavkirin.    Li Amedê Newroz, li Parka Newrozê bi tevlêbûna sed hezaran hat pîrozkirin. Piştî Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan li ser navê Platforma Sûrê Seroka Şaxa Plansaziya Bajar a TMMOB'ê Buşra Cizrelioglu diyar kir ku ew têkoşîna her kevirekî Sûrê yê hatiye xerakirin didin û wiha got: "Îktîdarê Sûr kiriye qada Rantê. Demek dirêj e navçeya Sûrê talan dikin. Lê me nekarîbû vê talankirinê rawestinin. Têkoşîna me dê bidome. Dixwazin hişê Sûrê tune bikin. Têkoşîna me dê heta dawî bidome."    TÛRK: YÊN ÊRÎŞÎ EFRÎNÊ KIRIN DÊ TÊK BIÇIN   Hevşaredardê Bajarê Mezin ê Amedê Ahmet Turk jî Newroza gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “Îro li ser gelê Kurd polîtîkayek qirêj tê meşandin. Li Agirî, Dersim, Helepçe gelê kurd hat qetilkirin. Lê van komkujiyan gelê kurd ji azadiyê dûr nexist. Piştî 7'ê Hezîranê li ser gelê kurd polîtîkaya komkujiyê xistin meriyetê. Lê ev polîtîkaya îktîdarê bi ser neket. Piştre kesên têkoşîna aştî, azadî û demokrasiyê dimeşîne dîl girt. Niha dixwazin gelê Efrînê ji cih û warên wan qut dikin û dixwazin mirovên din li wir bi cih bikin. Dixwazin îktidara xwe saxlem bikin. Gelê Amedê Kuştina Kemal Kurkut ji bîr nekiriye. Em dê tekoşîna xwe berdewam bikin. Birêz Ocalan 2 salin di bin tecrîdê de ye. Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye. Axaftina Turk bê navber bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrîne" û "Qatil Erdoğan" hat berzkirin. Pîrozbahî bi stranan bi dawî bû.     Piştî Newroz bi dawî bû, polîsan mudaxaleyî girsê kir û zêdeyî 50 kes hatin binçavkirin.