Newroza Cizîrê: Dagirkeriya Efrînê îxaneta li dijî ruhê Çanakkaleyê ye 2018-03-21 17:00:27 ŞIRNEX - Parlementera HDP'ê Aycan Îrmez ku di Newroza Cizîra Botanê de axivî got: "Gelê Botanê serî netewand." Parlementerê HDP'ê Osman Baydemîr jî bal kişand ser êrîşên li ser Efrînê û got: "Bombebarankirina zarokên gelê kurd, ma li ne îxaneta li ruhê Çanakkaleyê ye?"  Newroza li Cizîra Şirnexê bi axaftina domand. Di Newroza ku li Tesîsên Bozalanê hat pîrozkirin de welatî tim dirûşmeya "Her der berxwedan, her der Efrîn" berz kirin. Cizîrî ji danê sibehê ve berê xwe dan qada Newrozê. Her çend welatî bi astengiyên polîsan re rû bi rû man jî, berê xwe dan qada Newrozê. Her wiha gelek welatiyên ku ji ber nasnameya wan tune bûn nikaribûn têkevin qadê, li dora qadê dirûşmeya “Bijî berxwedana Efrinê” berz kirin.    Bernameya Newrozê bi axaftina Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez û Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr domand.    ÎRMEZ: BOTAN SERÎ NETEWAND    Îrmez, got: "Li gel hemû êrîşên qirêj ên hikûmetê jî gelê Botanê seri netewand. Gelê Botanê, jin û ciwan naxwazin bedenên wan wek a Dayika Taybet li erdê bimîne. Dixwazin bi awayekî azad li ser xaka xwe bijîn. Her ol û ziman dewlemendî ye. Lê belê îktidara Erdogan naxwaze gelê kurd li Rojhilata Navîn bisekine. Hikûmeta AKP'ê bi ketina nav Rojavayê dixwaze destkeftiyên gelê kurd tune bike." Îrmez ku got "Dehaqê niha hikûmeta AKP'ê ye" mirovên ku di dema qedexeyên derketina derve de di jêrzemînan de hatin qetilkirin bi bîr xist û got: "Wê Botan van rojan ji bîr neke. Hikûmeta AKP'ê dixwaze hemû gelan di bin yek dewlet û yek zimanî de bigihîne hev." Îrmez destnîşan kir ku wê kurd yekîtiya xwe pêk bînin û bigihên azadiya xwe."    BAYDEMÎR: NEWROZ BOTAN E    Paşê Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr axivî. Baydemîr got: "Eger hûn wateya Newrozê bipirsin. Newroz Berîtan e, Berîvan e û Botan e. Dayikên ku dilê wan dişewitin, me jî wekî zarokên xwe qebûl bikin. Gelê me bi wehşeteke mezin re rû bi rû ma. Em bawer dikin ku wê ev roj biqedin. Wê Newroz bên, wê hêstirên dayikan ne ji bo zarokên wan, ji bo aştî û aramiyê û azadiyê biherikin. Wê demê dê barê me sivik bibe. Ez destê dayikên roboskiyî û destê dayikên ji bo aştiyên hêstiran dibarînin maç dikim."    Baydemîr, destnîşan kir ku gelê Botanê tu carî serî netewandiye. Baydemîr bal kişand ser yekîtiya netewî û got: "Eger em nebin yek, wê êdî zarokên me neyên qetilkirin. Eger em yek bûnan wê êrîşa Efrînê pêk nehatana. Kesên dibêjin ummet, li Efrînê sivîlan dikujin, li Sûrê zarokên vî gelî qetilkirin. Eger em yekîtiya xwe çê bikin, wê ev tişt pêk neyên."    'NE BIRATÎ, QELEŞÎ YE'   Baydemîr bal kişand ser êrîşên li ser Efrînê jî û got: "Gelê Efrînê çi bi we kir? Gelê Qamişloyê çi bi we kir? Kerkûkê çi bi we kir? Sedema dijminatiya we ya kurdan çi ye? Ji ber ku kurd hezar sal in destê biratiyê dirêjî we dikin hûn dijminatiyê dikin? Eger kurd û tirk li Çanakkaleyê mil dabin hevdu û li Çanakkaleyê têkoşiya bin, ma bombebarankirina zarokên gelê kurd li hemberî vê bîranînê ne îxanet e? Ya ku hûn li vî gelî ferz dikin ne biratî ye, qeleşî ye. Navê vê yekê Îxaneta li hemberî ruhê Çanakkaleyê ye, îxanet e li biratiya gelan. Newroz rawestandina îxanet e."    Paşê peymên Ferhat Encu û Faysal Sariyildiz ên parlementeriya wan hatin betalkirin hatin xwendin. Piştî dayikên aştiyê agir pêxistin, bi hezaran gel govend gerand.