Sedhezaran Stenbolî: Em hemû Kawa ne, roja berxwedanê ye 2018-03-21 16:58:59 STENBOL – Bi sed hezaran gelên Stenbolê li qada Newrozê kom bûn û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Gelê Stenbolê li qada Newrozê bang kirin û gotin "Em hemû Kawa ne. Roj roja berxwedanê ye." Parlamentera Şirnexe Leyla Bîrlîk jî diyar kir ku wê slavên Mehmet Tuncan, Dayika Taybet û Cemîleyan ji gelê Stenbolê re anîye.  Bi sed hezaran gelê Stenbolê ji çar aliyên Stenbolê herikîn qada Newrozê û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Bi sed hezaran gelê ku li qada Bazara Gel a Bakirkoyê kom bûn, bê navber dirûşmeyên "Biji Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê" û "Newroz pîroz be" berz kirin.  Agirê Newrozê bi dirûşmeya “Em hemû Kawayên Şoreşger in" “Bijî berxwedana Efrinê” pexistin.  Piştî pexistina Agirê Newrozê û Rêzgirtinê hunermend Gulseven Medar derket ser dikê û stran gotin. Gelek hevserok u nûnerên partiyen siyasî û rêxistinên demokratîk tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Dema agirê Newrozê hat pêxistin di ekrana mezin de wêneyê pêşengên şoreşê hatin nîşandan. Dîsa sînevîzyona ku jiyana kesên di şerê Rojava de jiyana xwe ji dest dane hatin pêşandan.  Li ser navê hemû rêxistin û partiyan daxuyaniyek hevpar hat xwendin.    Seroka EMEP'ê yê Stenbolê Sema Barbaros bi tirkî û Mehmet Alî Sosyal jî bi kurdî daxuyaniya hevpar xwend û wiha gotin: “Newroz serhildan û berxwedan e. Piştevaniya gelan e. Newroz banga gelan e wekheviyê ye. Em cîhanek ku balafirên F16  bombe nakin û zarok nayên kuştin dixwazin. Em dibêjin êdi bes e.    BÎRLÎK: MIN SILAVÊN MEHMET TUNÇ, DAYIKA TAYBET Û CEMÎLE ANÎN   Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik jî dema derket ser dikê bi sed hezaran bê navber dirduşmeyên “Bijî berxwedana Botanê” berz kirin. Bîrlik, gelê Stenbolê slav kir û wiha got: “Min slavên gelê Botanê, Mehmet Tunç Dayika Taybet û Cemile anîn. Tu hêz nikare li hemberî berxwedana gel raweste. Li ser welate me ewrê rex digere. Dehaqên îro xwîna keç û xortên me li Efrînê dirişînin. Gelê Efrînê bi ruhê Kawa û Mazlum Dogan têdikoşin. Em bidêjin biratî û aştî qebûl nakin û bi tang û topan bi ser me de tên. Em jî dê wekî Kawayê Hesinkar li ber xwe bidin. Gelê kurd di dîrokê de her dem li ber xwe da û tu carî serî netewand. Dê her dem li ber we bide. Wekî Rêberê Gelê kurd Birêz  Abdullah Ocalan jî gotiye 'An em dê jiyanek azad bijîn an jî em dê têkoşîna xwe berdewam bikin' Em Newroza Birêz Ocalan piroz dikin. Roj roja berxwedan û serhildanê ye. Roj roj yekîtiyê ye." Axaftina Bîrlîk bi dirûşmeyên “Şehit namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.    Piştre Komên Vardiya derket ser dikê û stran gotin.    Piştî komê peyamên girtiyên siyasî hatin xwendin.    KOÇYÎGÎT: PIŞTÎ PEYAMA OCALAN AŞTÎ, PIŞTÎ KOALÎSYONA AKP-MHP'Ê ŞER PÊŞ KET    Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Koçyigit jî derket pêşberî sed hezaran û bal kişand ser politîkayên koalîsyona AKP-MHP'ê. Koçyîgît wiha got: "Hûn hemû ji bo tekşîna ked, demokrasî, azadi û aştiyê hatin vir. Newroza we tevan pîroz be. Em di demek wisa de derbas dibin ku  talankirin, wêrankirin welatê me dişewitîne. Ji ber ku naxwazin dest ji wê koltixê berdin. Dixwazin pergala zilmê berdewam bikin. Sûriye, Libya û Rojhilata Navîn kirin gola xwînê. Lê çave wan têr nebû bêtir xwînê dixwazin. Yên îro zilmê û şer dixwazin, gelan û baweriyan tînin hemberî hev. Wan bi hev didin şikandin. Ji ber vê yekê bêtir berê xwe didin tundiyê û zilmê. Lê baş dizanin ku ev zilm û tundî dê dawiya wan jî bîne. Dema Şerê Sûriye dest pê kir, yên li dijî şer û desthilatdariyê derketin li efrînê kom bûn. Gelê Efrîne heta îro kevirek jî neavêtin Tirkiye. Tu zera wan negihiştin kesî. Lê AKP û MHP destê xwe dan hev û Efrîn ji bo xwe tehdît nîşan dan. Bi rastî tu gef tune bû. Tu pirsgirêka Tirkiye tune. Pirsgirêka pêşeroja MHP û AKP'ê heye. Ji ber vê yekê pêdiviya wan bi zilmê heye. Lê îro bi milyonan kawayên li vir kom bûne nabînin. Bi milyonan kesên li qadan kom bûn gotnin "Yên Efrîn dagir kirine îro dibêjni 'Em çûne wan xelas bikin. Em ne dagirker in'. Ger ku bi rastî wisa bûya dê bi sed hezaran Efrîniyan ew pêşwazî kiribûna. Lê yekî jî ew pêşwazî nikirin. Hêzên dagirker yên çûn wir li talanên gel xistin û hilweşandin."   PIŞTÎ PEYAMA OCALAN MIROVEK JÎ NEHAT KUŞTIN   Koçyigît, ani ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 2013'an de li Qada Newrozê ya Amedê peyama çareseriyê da û bi milyonan kurd ew erê kir û wiha got: Duh piştgirî dan KDP'ê îro KDP kirin teror. Lê pirsgirêk ne KDP, HDP, PYP û partiyên din in. Pirsgirêk zilm û zordariya wan e. Pirsgirêk serdestî û dagirkerî ye. Li Qada Newrozê ya Amedê peyama Birêz Ocalan hat xwendin. Birêz Ocalan li Qada Amedê di peyamê de banga milyonan kir. Got em derbasî pêvajoya çareseriya demokratîk dibin. Koalisyona AKP MHP'ê ev pêvajo xera kirin. Piştî 2 sal şûnde dîsa pêvajo xera kirin û dîsa cenaze hatin. 2 salin cenaze tên. Çima Ji ber ku hin kesên doza koltixê dikin dîsa şer dixwazin. Ji ber ku zilmê dixwazin. Em dibêjin ev ne tenê pirsgirêka kurdan e. Pirsgirêka hemû gelan e. Pirsgirêk bi şer û zilmê çareser nabe. Pirsgirêk bi modela aşti û demoratîk çareser dibe.