Piştî Newroza Edeneyê mûdaxile: Gelek kes binçavkirin 2018-03-21 16:46:28 EDENE - Piştî pîrozbahiya bi coş a Newroza Edeneyê, polîsan mûdaxileyê girseyê kir, gelek kes binçav kirin û flamayên kesk, zor û zer şewitanedin.  Piştî pîrozbahiya bi coş a Newroza Edeneyê, polîsan mûdaxileyê girseya belav dibûn kir. Polîsan ji girseya belav dibûn û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî Newroz” berz dikin, gelek kes binçav kirin. Polîsekê flamayan kom kiribûn şewitandin û dijûn dan. Polîsan ciwanê li dijî dijûnan derket derp kirin û binçav kirin.  Polîsên ku bi motosîkletan ketin nava girseya belav dibû, gule berdan hewayê û xistin provokasyona derbikin.   Polîsên heya navenda bajarê girse şopandin, gelek kes bi lêdanê binçav kirin.