Ocalan û Efrînê mohra xwe li Newroza Geverê da 2018-03-21 16:02:21   COLEMÊRG - Bi deh hezaran gelê Geverê daketin qada Newrozê û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Di pirozbahiya Newrozê de azadiya Rêberê PKK'ê Ocalan û berxwedana Efrînê derket pêş. Kesên axivîn diyar kirin ku gelê kurd di dîrokê de tu cari serî netewandiye û dîsa serî natewînin. Hemû kesan diyar kirin ku çareserî li Îmraliye ye.    Li navçeya Geverê ji 7 salî heta 70 salî bi deh hezaran welatî bi cil û bergên xwe yên neteweyî hatin qada Newrozê û li dora muzîkê govendê digerînin. Bi deh hezaran welatiyên ji tax û gundên Geverê hatin li Qada stadyumê kom bûn, pankartên "Azadiya jinê azadiya civakiyê ye" û "Newroz pîroz be" vekirin. Welatiyên bi kiraz û fîstan û şal û şapikên xwe ketin qada Newrozê dîmenên rengîn ava kirin. Parlamenterên HDP'ê Lezgin Botan, Dilek Ocalan Endamên KCD'ê, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û TJA  beşdarî Newrozêb ûn. Bi hezaran welatiyên ku hatin qada Newrozê astengiyên polîsan nas nekirin û ketin qadê û dest bi govendê kirine û bê navber dirûşmeyan berz dikin. Parlamentere HDP'ê Lezgin Botan Newroza gel piroz kirin û bal kişand ser talankirina Efrînê Endamê KCD'ê Selim Sadak jî axivî û bal kişand ser azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan ji diyar kir ku Efrîn ya Efrîniyan e û wiha got: "Dewlet bi qetilkirinê nikare kurdan tune bike. Niha Efrînê talan dikin û dagir kirine. Lê Efrîn dê her dem ya Efrîniyan be."  Dema axaftinên li ser Efrîn û Ocalan hatin kirin bi deh hezaran bê navber dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Efrînê" û "Bijî Serok Apo" Berz kirin.    Piştre peyamên siysaetmedarên kurd ên girtî hatin xwendin.