Li Bakurê Sûriyê Newroz: Em ê li Efrînê qezenc bikin 2018-03-21 15:48:20 NAVENDA NÛÇEYAN  - Newroza bajar û navçeyên Bakurê Sûriyeyê diyarî berxwedana Efrînê hat kirin. Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen, bang li partiyên siyasî yên kurd kir ku li dijî êrîşên li ser Efrînê yekîtiya xwe ava bikin, kir.  Gelê Bakurê Sûriyeyê, li Kobanê, Helebe, Hesekê, Tirbesiyê, TIL TEMIR û gelek bajarên din bi dirûşmeya “Bi ruhê Newrozê em berxwedanê mezin bikin û li Efrînê serkeftinê qezenc bikin” Newroz pîroz kirin.  Gelên Bakurê Sûriyeyê bi kincên xwe yên herêmî di saetên serê sibê de herikin qadên Newrozê û Newroza xwe diyarî berxwedana Efrînê kirin.   KOBANÊ   Bi hezaran şêniyên herêma Firatrê, Minbic û gundewarên Reqayê Newroza li bajarê Kobanê pîroz kirin peyama heta serkeftin û azadiyê ew ê li ber xwe bidin, dan.   HESEKÊ    Li Hesekê jî gel bi coş û kelecaniya berxwedana Efrînê herikin qada Newrozê û soza bilindkirina berxwedan û azadiya Efrînê dan. Newroza hesekê bi hemû coşa xwe berdewan dike.    Di pîrozbahiyê de Hevserokê Giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen axivî û wiha got: "Newroz di dîroka gelên Rojhilata Navîn de rojek  pîroz e û taybet ji bo gelê Kurdistanê jî rojeke nû û azadî ye. Rastiya Newrozê îro bi berxwedana gel û şervanan li Efrînê nûjen dibe. Ta vê kêliyê jî berxwedana Efrînê dewam dike. Bêdengiya hêzên navneteweyî derbarê sûcên Erdogan li Efrînê, hîşt ku komkujî zêdetir bibin. Hemû dewlet di qirkirina gelê berxwedêr de şîrikin. Em ji hemû partiyên siyasî yên kurdan dixwazin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yekîtiya xwe ava bikin. Her şervanekê Efrînê dê bibe Kawayê Hesenkar û wê Berxwedana Serdemê û em ê bi hevre li Efrînê bi ser bikevin."   HELEB    Newroza Helebê bi meşeke girseyî ji beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûd ber bi qada Newrozê herêma Şeqeyif destpê kir. Cihê Newrozê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, alên YPG û YPJ`ê hatin xemlandin. Newroz bi axaftinan dewam dike.   TIL TEMIR   Di çalakiyên Newroza navçeya Til Temir a girêdayî kantona Hesekê, Rêvebera Kongreya Star Zeyneb Efrînê axaftin kir. Zeyneb destnîşan kir ku berxwedana Kawayê Hesinkar di kesayetên têkoşer Mezlum Dogan û Zekiya Alkan de tacîdar dike.