‘Bi înad dê îro Kemal li qadên Newrozê be’ 2018-03-21 15:17:40 MELETÎ  - Kemal Kurkut ê di sala çûyî de, li Newroza Amedê ji aliyê polîsan ve hat kuştin, li ser gora hat hat bibîranîn. Birayê Kurkut Ercan Kurkut di merasime de axivî û got: “Bi înad dê îro Kemal li qadên Newrozê be.”  Kemal Kurkut ê di sala çûyî de li nokteya lêgerîna polîsan a Kolana Evrîm Alataş a Amedê ya nêzî Qada Newrozê ji aliyê polîsan ve hat kuştin, li ser gora xwe ya navçeya  Battalgazî ya Meletiyê hat bibîranîn. Malbata Kurkut, hevalên wî yên zanîngehê, Rêxistina HDP’ê Meletiyê, nûnerên rêxistinên saziyên demokratîk û gelek welatî beşdarî biranînê bûn. Dayîka Kurkut Sîcan kemana kurê xwe hembêz kir û li ser gora wî çira pêxist.    ‘DÊ ÎRO KEMAL BIBE NEWROZ’    Birayê Kurkut Ercan Kurkut di bîranînê de axivî û wiha got: “Berî salekê birayê min di saetên serê sibê de ji bo Newroza bi hezarî salan a pîr û kalên xwe pîroz bike, çû Amedê. Kemal dê bi gelê xwe re bihata gel hev û tevlî karwana heskiriyan biba. Lê Cellatdan li Amedê ew girtin. Jê xwestin serî bi tewîne. Lê Kemal serî netewand, nehişt gotin were ser rûmet û şerefa wî. Bi bêbextî paşve li Kemalême xistin. Ev têrê nekir, derew lê kirin. Gotin bombeya zindiye û xwestin raya giştî bixapînin. Lê heqîqet li Amedê derket holê û hemû cîhanê bi çavên xwe ev komkujî didin. Qatilê Kurkut sale dest û piyên xwe dihejîne û dinava me de digere. Dewlet qatil diparê û destê xwe di serê wî de anî.”  Kurkut , da zanîn ku ewê lêgerîna xwe ya edaletê berdewam bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em hewl didin bibin layîqê bîranîna Kemal. Bi înat dê îro Kemal li qada Newrozê be.”   Di bîranînê de Ercan Kurkut li ser gora birayê xwe şîîra navê “Ben Însandim” a Alî Haydar Kaytan xwend û bîranîn bi dawî bû.