Spiegel: OSO di bin parastina tangên Alman de Efrînê wêran dike 2018-03-20 10:09:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Der Spiegel ku yek ji kovarên Alman yên herî zêde tê xwendin der barê Efrînê de nûçeyek weşand û diyar kir ku hevkarên Tirk çeteyên Îslama Radîkal ên OSO di bin parastina tangên Alman de Erînê wêran dike.  Dagirkeriya Tirkiye ya li ser Efrînê di roja 60'an de berdewam dike. Pişti êrîşên TSK û OSO bi tang û topan ên li ser bajarê Efrînê zêde bûn gelê Efrînê di roja 58'an de bajar vala kir. Piştî gelê Efrînê bajar vala kir komên OSO û TSK'ê li talanê welatiyan xist û mal û milkê welatiyan dizî. Têkildarî talankirina gelê Efrînê Kovara  Kovara Der Spiegel ku yek ji kovarên Alman yên herî zêde tê xwendin diyar kir ku hevkarên Tirk çeteyên Îslama Radîkal ên OSO di bin parastina tangên Alman de Erînê wêran dike. Nivîsa bi îmzeya Christoph Sydow a bi sernavê ‘panzerên Alman li dijî kurdan e- Elemetên li Efrinê" nivîs weşand. Nivîskar diyar kir ku tangên Leopard 2 ên Alman firotin Tirkiye, niha di dagirkeriya Efrinê de bikar tine.    Sydow, diyar kir ku Erdogan ji bo kurdan biçîk bixe û ruhê nijadperetiya Tirk pêş bixe populariteya xwezêde bike vê yekê dike û wiha got: "Peykerê Kawayê Hesinkar hilweşandin. Kawa di mîtolojiya kurdan de sembola azadiyê ye."