Mêrsînî dê agirê Newrozê ji bo Efrînê pêxin 2018-03-20 09:16:44 MÊRSÎN - Hevseroka DBP’ê ya Mêrsînê Sedat Kalabay, diyar kir ku ji sala 1989’an û vir ve Newroza Mêrsînê tim hatiye qedexekirin, lê ligel vê yekê jî gel tim herikîn qadan û Newroza xwe pîroz kirin. Kalabay got ku ew ê li Qada Tirmilê agirê Newrozê ji bo Efrînê pêxin.  Mêrsîn yek ji wan bajaran e ku gelê kurd di salên 1990’î de koçî wir kir. Ji salên 1989’an û vir Newroz li Mêrsînê tim hatiye qedexekirin, lê ligel vê yekê jî gel herikîne qadan û Newroza xwe pîroz kirine. Bi salane gel li taxên Kurdalî û Demîrtaş ên navçeya Toroslarê û taxên Çîlek, Çay û Yenîpazar ên navçeya Akdenîzê Newrozê pîroz dikin. Mêrsîniyên îsal jî amadekariyên pîrozbahiyên Newrozê dikin, dê di 21’ê Adarê li Qada Mîtîngê ya  Tirmilê li hev kom bibin û Newroza xwe pîroz bikin.    Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrsînê Sedat Kalabay, diyar  kir ku ew ê Newroza xwe ya îsal bi coş pîroz bikin û wiha axivî: “Li Mêrsînê di salên 1989’an û 1992’yan de gel di kolanan de agirê Newrozê vêdixistin. Gelê kurd bi coşek mezin li dora agir govend digerand û Newroza xwe pîroz dikirin. Ji bo Newroza Mêrsînê di sala 1992’yan de destûr hat dayîn. HEP’ê di sala 1992’yan de li qada Fuarê Newroz pîroz kir. Wê salê der barê pîrozbahiyên Newrozê de lêpirsîn hat vekirin. Berzkirina dirûşmeyan weke hincet nîşan dabûn.”   LIGEL QEDEXEYAN JÎ AGIRÊ NEWROZÊ VÊXISTIN   Kalabay, anî ziman ku ligel qexedeyên sala 1996’an jî mêrsîniyan bi deh hezaran kesî Newroz pîroz kirin û wiha got: “Polîsan êrîşî gelê xwest li ber avahiya partiya Akdenîzê Newrozê pîroz bikin, kirin. Bi dehan mirov birîndar kirin. Lê ligel hemû qedexeyan jî gel agirê Newrozê vêxist û Newroza xwe pîroz kir. Em ê agirê Newroza xwe ya îsal ji bo Efrînê vêxin. Em gelê Mêrsînê vedixwînin Newroza 21’ê Adarê ya li Qada Mîtingê ya Tirmilê.”   DÊ GEL PROVOKASYONÊ VALE DERXE   Hasan Cîde jî ku beşdarî gelek pîrozbahiyên Newroza Mêrsînê bûye jî, diyar kir ku di sala 2005’an de di Newrozê de al kirin destê zarokekê û hewl hat dayîn ku provokasyona derbikeve. Cîde, da zanîn ku gelê kurd mîna wê serdemê dê hemû provokasyonan vale derbixin û wiha got: “Bi salan e li Mêrsînê gel qadên Newrozê tije dikin. Dê îsal jî gel biherike qadan û Newroza xwe bi coş pîroz bike.”