Girtî li edliyeyê derb kirin 2018-03-20 09:07:21 STENBOL – Rêveberê HDP’a Stenbolê Veysel Seyîtvan ê ji Girtîgeha Sîlîvriyeyê derket, diyar kir ku li girtîgehê nasname li wan dihat ferzkirin û di 8’ê Adarê de dema ew ji bo danişînê birin dadgehê leşkeran li edliyeyê ew derb kirin.  Hat diyarkirin ku di 8’ê Adarê de dema Rêveberê HDP’ê yê Stenbolê Veysel Seyîtvan û girtiyekî din ji bo danişînê ji Girtîgeha Sîlîvriyeyê dibirin Dadgeha Cezayê Giran a 33’yemîn a Çaglayanê, leşkeran di rîngê de ew derb kirine. Seyîtvanê ku ji girtîgehê derket got dema girtî ji bo dadgeh an nexweşxaneyê dibirin tim ev muamele bi wan re dikirin.    Seyîtvan, bi lêv kir ku li girtîgehê bi awayekî sîstematîk girtiyên siyasî bi şidetê re rû bi rû ne û got: “Di 8’ê Adarê de roja dadgehê, berî ku li rîngê siwar bibim leşkeran nasname li min ferz kir. Ji ber min ev ferzkirin qebûl nekir heqaret li min kirin. Gef li me xwarin ‘Hîn maye hûn ê li wir bibînin.’ Di rê de Sirûda Mehterê bi me dan guhdarîkirin û tim sixêf digotin. Jixwe hevalên me di her çûn hatina dadgeh û nexweşxaneyê de bi van tiştan re rû bi rû diman.”    LI EDLIYEYÊ HATIN DERBKIRIN!    Seyîtvan domand: “Li Edliyeya Çaglayanê dema me ji rîngê daxistin, nig avêtin ber me. Wê rojê danişîna hevalekî min ê nexweş û bi zorê dimeşiya jî hebû. Nig avêtin ber vî hevalî jî. Hema hindik mabû biketana erdê. Dema hewl dan êrîşî hevalê min bikin, min leşker asteng kir. Dû re 2-3 leşker bi ser min de hatin. Nemaze jî bi pehîna li çîmên min dixistin. Tam em diketin hundurê edliyeyê, kulmeke hişka li ser guhê min ket.”    Seyîtvan, diyar kir ku piştî ew hatine berdan, wan ji dadgehê birine girtîgehê û wî li wir hevdîtin bi îdareya girtîgehê re çê kiriye. Seyîtvan got: “Îdareyê got ‘Tiştek di destê me de tune ye. Her çi qas em hevdîtinê bi Fermandariya Tabûra Cendirmeyan a Girtîgeha Sîlîvriyeyê re çê bikin jî, heman tiştan didomînin.’” Seyîtvan diyar kir ku li girtîgehê leşker tim girtiyan derb dikin, lê belê dema ew hewl didin raporê wergirin îdare dibêje “li revîrê kes tune ye.” Seyîtvan diyar kir ku ew ê bi riya parêzerê xwe re giliyê kesên ew derb kirine bike.   ‘ME Û DAIŞIYAN DIXISTIN HEMAN HUCREYÊ’    Seyîtvan diyar kir ku nêzî 5 meh û nîvan girtî maye û ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ev tişt gotin: “Nemaze jî di dema çûn hatina nexweşxane û dadgehê de girtî tên îşkencekirin. Dema me dibirin me û DAIŞ’iyan dixistin heman rîngêî heman qabînê û li nexweşxaneyê dixistin heman hucereyê. Dema me îtiraz dikir digotin ‘Tu ferqa we tune ye.’”