AYM’ê hêj bersiva serlêdana têkildarî kuştina Zengîn nedaye 2018-03-20 09:06:34 STENBOL - Di ser kuştina Haci Zengîn ku di Newroza 2012’an a Stenbolê de di mudaxileya polîsan de mir, 6 sal derbas bûn lê hêj tu gav neatin avêtin. Keça wî Parêzer Eylem Zengîn Ayata diyar kir ku wan sala par serî li AYM’ê daye, lê belê tu encam wernegirtine. Ayata got: “Ji bilî serîlêdana li DMME’yê tu rê nemaye.”  Di 18’ê Adara 2012’an Newroza Stenbolê de, polîsan mudaxileyî pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Kazliçeşme ya Zeytînbûrnûyê kiribû. Di vê mudaxileyê de bi sedan kes birîndar bibûn. Her wiha bombeya gazê ya polîsan yek jê li serê Rêveberê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Arnavûtkoyê Haci Zengîn (57) ketibû. Piştî mirina Zengîn 11 meh şûn de rapora wî ya otopsiyê hatibû amadekirin. Di raporê de hatibû diyarkirin ku li ser canê wî derb hene û gaza îsotan rê li ber mirinê vekiriye.    Keça wî Eylem Zengîn Ayata, ku dema bavê wê mir 20 salî bû, diyar kir ku ew ê li qadên Newrozê bin. Ayata destnîşan kir ku dema bavê mir, ew li Qibrisê xwendekara Fakulteya Hiqûqê bû û di heman salê de derbasî Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê bûye. Ayata diyar kir ku ji bo ew hiqûqê bixwîne bavê wê pir alîkariya wê kiriye.    Ayata, bi lêv kir ku her sal ew û bavê xwe tev de tev li pîrozbahiya Newrozê dibûn, lê di sala 2012’an de ji ber ku ew li Qibrisê bû tev li pîrozbahiyê nebibû. Ayata got: “Bavê min her sal tev li pîrozbahiya Newrozê dibû. Wê salê jî bibû. Lê belê Wezareta Karên Hundurîn giştînameyek şandibû ku ji bilî 21’ê Adarê divê tu rojî Newroz neyê pîrozkirin. Dû re li gelek bajaran gel hewl da Newrozê pîroz bike, lê belê polîsan mudaxileyî wan kiriye.”   ‘BIRYARA NEŞOPANDINÊ HAT DAYÎN’   Ayata, bi lêv kir ku dema bavê wê ber bi qada Newrozê ve çûye polîsan mudaxile kiriye û got: “Li rawestgeha mînîbusan a Topkapiyê polîsan gaz avêtiyê û polîsan ew derb kiriye. Dema nikaribûye têkeve qada Newrozê, tevî biraziyê xwe û hevalên xwe vegeriyaye malê. Lê belê li malê nerihet bûye. Heta wî rakirine nexweşxaneyê di rê de miriye.”    Ayata bal kişand ser rapora ku Saziya Tiba Edlî ji bo bavê wê amade kiriye û got, piştî mirina wî 11 meh şûn de rapor hatiye. Ayata destnîşan kir ku di raporê de hatiye diyarkirin ku dema mirov bi gaza îsotan re rû bi rû bimîne û derkeve qadeke vekirî, wê şopên wê neyên tespîtkirin lê belê ji ber ku nexweşîna astimê pê re hebûye, dibe ku gaza îstoan rê li ber mirina wî vekiribe.    ‘JI BILÎ DMME’YÊ TU RÊ NEMA’    Ayata, destnîşan kir ku ew niha doza bavê xwe dişopîne. Ayata diyar kir ku biryara neşopandinê hatiye dayîn, lê belê îtirazên wan ên di vî warî de hatine redkirin. Ayat got: “Heta me birayara redkirinê teblîx kir 2 sal derbas bûn. Sala çûyîn me serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da. Lê belê heta niha tu encam rû nedane. Wisa dixuyê ku dê tiştek jê derneyê. Wisa dixuyê ji bilî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) tu rê nemaye.”   Ayata ji bo beşdarbûna pîrozbahiya Newrozê bang li her kesî kir û ew ê kincên xwe yên herî rengîn li xwe bikin biçin qada Newrozê û govendê bigerînin.    MA / Sadiye Eser