Kerestecîoglû: Erdogan zilmê li kurdên li welatê xwe dike 2018-03-20 09:05:51 EDENE - Seroka Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû destnîşan kir ku Tirkiye tevî OSO’yê Efrînê dagir kiriye û got: “Erdogan dijminatiya kurdan kir û ket Efrînê. Zilmê li 20 milyon kurdên li welatê xwe dike.”  Seroka Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû ketina nav Efrînê ya Hêzên Çekdar a Tirk (TSK) û OSO’yan û îtifaqa AKP-MHP’ê nirxand.    ‘ERDOGAN DIJMINANTIYA KURDAN DIKE'   Kerestecîoglû got: “Efrîn bajarekî ku kurd, ereb û tirkmen xwe lê ewle hîs dikirin. Erdogan dijminatiya kurdan kir û ket Efrînê. 20 milyon kurdên li welatê xwe mahf dike. A rastî tenê ne kurdan, hemû gelên li wir mehf dike.” Kerestecîoglû destnîşan kir ku wan gelek caran ji siyasetmedaran pirsiye “Çi karê we li Sûriyeyê heye?” û got: “Êdî hûn dibînin, Tirkiye bû perçeyeke vî şerî. Erdogan ji bo daxilî şerê Sûriyeyê bibe, digot ‘Em ê Esad birûxînin û li Mizgefta Emewiyê nimêj bikin’ û di demên dawî de jî got ‘Em ê di sê rojan de Efrînê dagir bikin.’ A rastî AKP bi vî awayî şer afirandin û bi van gotinan xwe vala derdixe. Li kîjan welatî îkîtîdareke otorîter divê bila bibê, ew îktîdar ji bo berdewamiya xwe pêdivî bi şer dibîne. Rejîmên otorîter ên bi vî awayî di şer de miriyan dihejmêrin û polîtîkayên xwe bi rê ve dibin. Ji bo wan tu wateya leşker û sivîlan tune ye. Yanî Erdogan jî ji bo hebûna xwe û ji bo bibe serok pêdivî bi vî şerî dît.”    ‘LI EFRÎNÊ SIVÎL HEDEF HATIN GIRTIN’    Kerestecîoglû diyar kir ku li Efrînê di êrîşên hewayî de bi sedan sivîl hatin kuştin û birîndar bûn. Kerestecîoglû got: “Eger li cihekî şer hebe ne mimkun e ku sivîl nemirin. Hem hûn ê ji hewayê ve bajarekî ku bi sedan sivîl lê ne bombe bikin, hem jî bibijên sivîl namirin. Tiştekî wisa ne mimkun e. Çend roj berê me dît ku Tirkiye nexweşxaneyeke Efrînê jî bombebaran kir. Heta ev nûçe di çapemeniya navnetewî de jî derket. Her wiha Neteweyên yekbûyî (NY) û gelek saziyên navnetewî gotin Tirkiye li gor agibestê tev nagere. Lê belê Serokomar Erdogan got ‘em li vî guhî dixin di yê din re derdixin.’ Ev tiştekî pir zalimane bû. Eger Tirkiye girêdayî peymanên navnetewî be û îmze kiribe, nikare wisa kêfî tev bigere. Eger ji bo Sûriyeyê biryarên agirbestê hebin, Tirkiye mecbûr e li gorî vê tev bigere.”  Her wiha Kerestecîoglû ji bo îtîfaqa AKP-MHP’ê jî got: “Me dizanibû ev qanûneke zaf talûke ye. Ji ber vê wê rojê em 24 saetan li Meclîsê xebitîn û me hewl da em wê asteng bikin. Ev qanûn nîşan dide ku wê roja hilbijartinê her cure rageşî rû bidin. Her wiha bi vê qanûnê re venihêrîna sindoqan jî di nav de wê gelek tişt di bin kontrola îktîdarê de bin. Lê belê eger mirov li hemberî vê hilbijartinê dixwazin xwedî li pêşeroja xwe derkevin, tekane riya vê yekê jî têkoşîn e. Em ji bo têkoşînê hene û ji bo ev îktîdar biguhere em ji bo têkoşînê hene.”    ‘DIVÊ JIN LI QADAN BIN’    Kerestecîoglû bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê yên li dijî jinan û got: “Divê jin li dijî van polîtîkayan li qadan bin. Divê jin li her derî bixebitin. Divê jin bi meşên xwe, bi daxuyaniyên xwe, bi panelên xwe xwe bi rêxistin bikin û bi yek dengî biqîrin. Em bi vî awayî dikarin îtifaqekê çê bikin.”