17 partiyên siyasî û rêxistinên civakî banga tevlibûna Newrozê kirin 2018-03-19 16:18:47 STENBOL - 17 partiyên siyasî û rêxistinên civak sivîl, ji bo tevlibûna Newroza Stenbolê bang kirin û gotin: “Em bang li hemû gelên xwe dikin ku bi coşa biharê beşdarî Newrozê bibin.” 17 Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bi şîara “Newroz berxwedane, li dijî faşîzmê bihara gelan’ di 21’ê Adarê li Bazara Gel a Bakirkoya Stenbolê Newrozê pîroz bikin, bi daxuyaniyek nivîskî banga tevlibûnê li gel kirin.     Partiyên siyasî û saziyên beşdarî bangê bûn wihane: KESK, HDK, EMEP, HDP, SYKP, YSGP, DBP, ESP, Partiya Şoreşger, SODAP, ABF, EHP, Mala gel, Tevgera Şoreşger, Hewldana Çerkesên Demokratîk, Kolektîfa Destpêkê û Weqfa Sultan Hubyar.