Pêşmergeyên Dêrîn: Tirkiye dijî Kurdan li pey pîlanên cuda ne 2018-03-19 11:06:45   HEWLER - Pêşmergeyên Dêrîn ên Herêma Kurdistanê diyar kirin ku Tirkiye tenê bi dagirkirina Efrînê re nasekine û li dijî gelê Kurd pîlanên mezin dimeşîne.   Tirkiye 59 rojin bi heza xwe ya TSK û OSO li ser axa Efrînê dagirkeriyê dimeşîne. 59 rojin bi tang, top û balafiran Efrînê bombe dike. Heta niha nêzî 500 welatiyên sivîl kuştin û zedeyî hezar welatî birîndar kirin. Bi sed hezaran welatî ji cih û warên xwe koç kirin. Li ser êrîşên Tirkiye du pêşmergeyên Dêrîn ên Herêma Kurdistanê ku endamê şanda duh ji Efrînê vegeriyan bûn, li ser pîlan û êrîşên Tirkiye ji nûçegîhanên ROJNEWS'ê Biryar Mihemed re axivîn.    TIRKIYE BI DAGIRKERIYA EFRÎNÊ BI SÎNOR NAMÎNE   Yek ji pêşmergeyên Dêrîn bi navê Mihemed Reşîd Qeredaxî diyar kir ku tişta niha li Efrînê rû dide, dijî hemû nirxên navnetewî û mafê mirove, Tirkiye tenê bi dagirkirina Efrînê bi sînor namîne û wiha got: "Ger wiha dewam bike wê êrîşên parçeyên din jî bike. Piştî kontrolkirina Kerkûkê di 16’ê Cotmehê de, civîna sê alî ya welatên Tirkiya, Îran û Sûriyeyê li Îranê bê sedem nebûye. Li dijî gelê Kurd pîlanên mezin tên meşandin. Ji bo wê jî pêwîste tevahî aliyên siyasî yên kurdistanê yekdeng û yek helwest bin ji bo pirsgirêka Kurd.”   Pêşmergeyek din ê Dêrîn bi navê Xelîl Mehmud jî diyar kir ku Tirkiye her cihekî dixwaze hewl dide dagir bike, li gel Başûrê Kurdistanê jî, ji ber ku ew êrîşên Tirkiyê li Efrînê destpê kirine heya Başûrê Kurdistanê wê dewam bikin. Xelîl Mehmud wiha jî got; “Di vê qonaxa hesas de divê em hemû xwedî yek armanc bin. Ev jî têkoşîna li dijî dijminên gelê Kurd li hemû dinyayê ye. ger wiha nebe. Ger wiha nebe ev metirsiyek mezine li ser jiyana hemû Kurdan li tevahî parçeyên Kurdistanê.”