DMME’yê ew mehkûm kir, lê dîsa jî xwarinên diyetê nadin girtiyên nexweş 2018-03-19 10:27:34 ENQERE - Ji ber ku xwarinên diyetî nedan girtiyê nexweşîna wî giran Ebedîn Abî, DMME’yê ceza li Tirkiyeyê birî. Her wiha li Girtîgeha Bunyanê jî xwarinên diyetê nadin girtiyên nexweş Mehdî Boz, ku nexweşîna Pençeşêra Tîroîdê û KOAH’ê lê peyda bûye. Malbatan xwest daxwazên girtiyan bi cih bên. Girtiyan diyar kirin ku rojnameya jî nadin wan.  Li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2’yan a Bunyan a Kayseriyê, malbatên girtiyên nexweş Mehdî Boz û Ebedîn Abî, diyar kirin ku li girtîgehê xizmên wan nayên tedawîkirin. Malbatan bang li raya giştî kir ku di vî warî de hesas tev bigerin.   Li gor raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), girtîgeh xwarinên diyetê nade girtiyê nexweş Ebedîn Abî, ku nexweşîna dil, tansiyona zêde û diyabetê lê peyda bûne. Ji ber girtîgeh li gor pirsgirêkên tenduristiyê xwarinê nade, Abî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da û çend roj berê dadgehê biryara xwe daxuyand. Ji ber ku Tirkiye madeya 3’yemîn “qedexeya îşkence û muameleya nebaş” a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bin pê kiriye, DMME’yê Tirkiyeyê neheq derxist û bi giştî 6 hezar û 150 Euro ceza li Tirkiyeyê birî.    'DEMARÊN WÎ VENEBÛN’    Hebûn Abî (23), keça Ebedîn Abî, diyar kir ew di 5’ê Adarê de çûye serdana bavê xwe, lê belê her diçe rewşa tenduristiyê ya bavê wê xirabtir dibe. Hebûn Abî, destnîşan kir ku hîn jî şert û mercên tedawîkirinê nehatine peydakirin û got: “Tenduristiya bavê min zaf xirab e. Çend roj berê li Nexweşxaneya Dewletê ya Kayseriyê anjiyo bû. Lê dîsa jî demarên wî venebûn. Bi zorê li ser piya disekine. Pir zihîf bûye.”    Abî, diyar kir ku hîn ew 8 mehî bûye bavê wê hatiye girtin û 22 sal in di girtîgehê de ye. Abî got: “Dema bavê min nexweş dikeve wî nabin nexweşxaneyê. Em li Wanê dimînin. Em di 13 saetan de tên vir. Ji bo ez li ber nekevim, bavê min behsa tenduristiya xwe nake. Lê ji ber tenduristiya xwe bavê min xwarinê li girtîgehê naxwe. Divê xwarinên diyetê bidin wî. Jixwe ji ber xwarinên diyetê nadin wî tenduristiya wî xirab dibe. Daxwaza min ew e ku demildest şert û mercên bavê min baş bibin. Çimkî rewşa bavê min zaf xirab e. Bila wî bibin nexweşxaneyê û şert û mercên tedawiya wî pak bikin. Şik û gumanên me hene.”    XWARINÊN DIYETÎ NADINÊ    Her wiha li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê xwarinên diyetî nadin girtiyê bi navê Mehdî Boz jî, ku ji ber vê rewşa tenduristiya wî her diçe girantir dibe. Li gor daneyên ÎHD’ê nexweşînên Pençeşêra Tîroîdê, KOAH, gurçik, made û prostatê li Boz peyda bûne û ji ber vê divê xwarinên diyetî bixwe. Lê belê di raporê de tê diyarkirin ku hem tedawiya Boz nayê kirin hem jî xwarinên diyetî nadinê.    'WÎ NABIN NEXWEŞXANEYÊ’    Necla Er, xwişka Mehdî Boz, diyar kir ku di girtîgehê de şert û mercên birayê wî nebaş in û tenduristiya wî xirab e. Er got: “Wî nabin nexweşxaneyê. Bijîşk ji bo tedawiyê ranedvûyê didinê, lê belê îdareya girtîgehê piştî randevûyê bi neh deh rojan şûnde wî dibin. Xwarinên diyetî nadinê. Ji ber vê tedawiya wî di wextê xwe de nayê kirin.”    LI ODEYA BISÎNGER EW DERB KIRIN!    Er, diyar kir ku dema hevdîtinê ji saetekê daketiye nîv saetê. Er, got girtî ji bo hem ji ber kurtkirina dema hevdîtinê hem jî nebirina wan a nexweşxaneyê protesto bikin ji bo hevdîtinê dernayên. Er, bi lêv kir ku ji ber vê yekê nêzî 8 meh in wan bi birayê xwe Boz re hevdîtin çê nekiriye û got: “Herî dawî min 2017 di Cejna Qurbanê de ew dît. Di Mijdara 2017’an de jî birayê min Mehdî 3 rojan li odeya bisînger ragirtine û ew derb kirin. Em dixwazin dema hevdîtinê bê dirêjkirin, di wext de wî bibin nexweşxaneyê û tedawiya wî bê kirin.”