Şahida Serhildana Newrozê: Dê tu carî Agirê Newrozê venemire 2018-03-19 09:29:05 WAN - Şahidên Newroza 2008'an ya Wanê ku polîsan êrîşî girsê kiribûn û destûr nedabûn diyar kirin ku wê demê Newroz pîroz kirin de dîsa piroz bikin. Şahida Newroza 2008'an Hatîce Aslan, diyar kir ku wan wê demê Newroz bi cilên xwe pîroz kirin û dê îsal dîsa biçin pîroz bikin.  Li Wanê 10 sal berê di sala 2008'an de polisan destûr neda gelê Wanê Newrozê pîroz bike. Li dijî qedexeyan û êrîşê polisan, bi 10 hezaran Wanî qedexe û êrîşê polîsan nas nekirin û hemû kolanên Wanê kirin qada Newrozê. Jinên wê demê rastî êrîşa polîsan hatin, diyar kirin ku wan bi cilên xwe agirê Newrozê geş kir û dê dîsa agirê Newrozê geş bikin. Jinên ku wê demê rastî êrişa polîsan hatin û hêj dîmenên wan li ber çavan in axivîn. Şahida Newroza 2008'an Cahide Olmez (50) û Halime Aslan (72) bal kişandin ser girîngiya Newrozê.    Cahîde Olmez, diyar kir ku wê demê bi sedan jin ji bo Newrozê pîroz bikin daketin qadan û wiha got: "Newroz ji destpêka dîroka wê heta niha her dem ji bo kurdan piroz e. Tevî hemû zext, zor, astengî û kuştinê kurdan dest ji Newrozê berneda. Di her şert û mercan de Newroz pîroz kirin. Tişta ku wê demê li jinên laçik sipî hatin kirin tu carî nayê qebûlkirin. Bi dehan jinên laçikên spî li serê wan di nava me de hebûn. Tundiyek pir mezin li ser me kirin. Pêlavên me winda bûn. Xêliyên me winda bûn. Xizm û cîranên me winda bûn. Ji ber bombeyên gazê çav çavan nedidît. Jin tu carî vê tundiyê ji bîr nakin û dê tu cari qebûl nekin. Polîs bi TOMA'yan rawestiya bûn. Lê dîsa me Newroz pîroz kir. Em dîsa daketin kolanan. Newroz ronahiya cîhanê ye. Ji ber vê yekê kes nikare vî agirî vemirîne."   JINAN AGIRÊ NEWROZÊ BI CILÊN XWE PÊXIST    Şahida Newroza 2008'an Halime Aslan jî diyar kir ku wê demê beriya Newrozê hemû jinên taxê amadekarî dikirin û cilên xwe yên xweşik li xwe dikirin.  Aslan, anî ziman ku roja Newrozê hemû jinên taxê bi cilên xwe yên rengîn li hev kom bûn û bi tilîlîyan çûn  qada ku Newroz lê bê pîrozkirin. Aslan, anî ziman ku hikûmetê wê salê Newroz qedexe kiribû û wiha got: "Me dizanîbû qedexe kiriye. Lê em bi biryar bûn ku Newroza xwe pîroz bikin. Ji ber ku Newroz ji bo me pîroz e. Tevî qedexe û hemû zahmetiyan me Newroz piroz kir. Ji bo em agirê Newrozê geş bikin êzîng û dar tune bû. Me agirê ewil ê Newrozê bi cilê xwe pêxist. Me êlekên xwe danî û bi cilên xwe agirê Newrozê geş kir. Piştî me agirê Newrozê pêxis me bi tilîlî û stranan li dora agir govend gerand. Dema êrîş kirin em reviyan. Polîs li pey min hat û bi kontara çekê li min da. Du tiliyê min û parsuyê min şikest. Ez tevî halê xwe yê birindar ji qadê dûr ketim. Ez di nava xwîne de mabûm. Ez neçûm nexweşxaneyê. Min bi xwe derman çêkir û ez bi dermanê xwe tedawî bûm."    Aslan, anî ziman ku wan wê demê tevi hemû zahmetiyan Newroz pîroz kir û dê dîsa pîroz bikin. Aslan, bang li her kesî kir û xwest bi hevre dakevin qadan û Newrozê pîroz bikin.