Ekolojîsta Ewropî Têkoşîna kurdan dibe hêviya cîhanê 2018-03-19 09:28:12 AMED - Aktîvîsta Ekolojiyê ya ji bo Newrozê ji Almanya hat Amedê, Karalina Csicedo, diyar kir ku tekoşîna kurdan ji hemû gelên cîhanê re dibe hêvî. Em dixwazin di navbera Kurdan û Amarîkaya Latîn de bibin pir.  Li Amedê Newroz dê 21'ê Adarê li Parka Newrozê bi şîara  “Newroz Berxwedan e, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan e" bê pirozkirin. Ji bo tev li pîrozbahiya Newroza Amedê bibin ji gelek welatên cîhanê aktîvîst, rojnameger, siyasetmedar û rewşenbir hatin Amedê. Yek ji vana Aktîvistên Ekolojist Karalina Csicedo û Michael Friedrich e. Karalina Csicedo û Michael Friedrich ji Ajansa Mezopotamya  (MA) re axivîn.    Csicedo, diyar kir ku beriya biçe li Almanya bi cih bibe kurd û tevgera kurdan nas dikir û wiha got: "Min her dem bi kurdan re têkilî danîn. Min nerinen kurdan ên li ser sosyalizm û kapitalizmê pir balkêş dît. Piştî min fikra kurdan nas kir ji bo ez jiyana wan û warê wan nas bikin ez hatim vir. Min xwest fêr bibim ku kurd jiyanenk çawa ava dikin. Ez wate nadin vê tundiya ku îro li vir tê meşandin."    'TÊKOŞÎNA JINA KURD PIR BANDORÊ LI SER MIN DIKE'   Csicedo, anî ziman ku têkoşîna jina kurd bandorê li ser her kesî dike û heviyê dide gelê cîhanê û wiha got: "Têkoşîna kurdan a li Kurdistanê vê peyamê dide cîhanê. Dibeje ‘Em ne girêdayî pergala kapitalist in. Em vê pergalê qebûl nakin. Bi taybeti jina kurd pir pandorê dike. Bi jixwebaweriyê û xwedîderketina ekolojiyê li cîhanê pir bi bandor e. Diveê her kes vê yekê ji bo xwe bike mînak. Ez dixwazim di navbera Kurdistan, Almanya û Amarîkaya Latin de bibim pir.    'KURDISTAN Û FÎLÎSTIN JI HEV CUDA NE   Ekolojîst û Mamosteyê fizik û matematikê yê Alman Friedrich jî diyar kir ku bi piranî bi gelê Filistinê re di nava şêwirmendiyê de ye û wiha got: "Gelê Kurdistan û Filistinê nabe yek. Dema em didin ber hev zêde cudahî xuya nake. Lê ferqa jinên kurd û fîlîstînî gelek e. Jinên Filistin pir girî ne. Nikarin zêde xwe bînin ziman. Li qada xwe zêde tênakoşin. Lê jina kurd pir cuda ye. Pir tiştan fêr dike."    Friedrich bal kişand ser rewşa Sûrê jî û wiha got: "Divê hinek ji bo Sûrê dewletê hişyar bikin. Çand û dîrok di nava hev de ye. Bi hevre pêş dikevin û bi hevre tune dibin. Ez li vir şok bûm. Li vir bajarê dirokî tune dibe. Ev mirateya cîhanê ye û divê her kes bi vê mîrateyê eleqeder bibe. Ev mîrateya me hemûyan e."    MA / Deniz Tekin