HDP û DBP’a Wanê banga tevlîbûna Newrozê kirin 2018-03-13 16:29:05 WAN - Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Erdîşê, banga tevlîbûna pîrozbahiyên Newroza 21’ê Adarê kirin.  Rêxistinên HDP û DBP’ê yên navçeya Erdîşa Wanê, têkildarî mîtînga Newroza 21’ê Adarê li avahiya HDP’ê ya navçeyê civîna çapemeniyê pêk anî û bang li gel kirin ku beşdarî mîtîngê bibin. Rêveberên HDP, DBP û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Di civînê de, hat diyar kirin ku dê saet 10.00’an roja Çarşemê 21’ê Adarê li Keleha Wanê mîtîngê pêk bînin.    Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê, Hevserokê HDP’a navçeyê Şakîr Asil, axivî û wiha got: “Dê Parlamenterên HDP’ê Îbrahîm Ayhan, Meral Daniş Beştaş û Garo Paylan beşdarî Newroza Wanê bibin. Grup Munzur, Koroya Arjîn û Koma Çiya derkevin ser dikê.”