Efrînî: Em li vir in 2018-03-13 16:22:57 EFRÎN  - Gelê Efrînê li dijî êrîşên hewayî û bejayî yên Tirkiye meşek girseyî pêk anîn. Bi hezaran Efrînî ber bi Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr ve meşiyan. Şerê Tirkiye yê bi destê TSK û OSO li ser gelê Efrînê dimeşîne di roja 53'an de berdewam dike. Heta niha di encama topbaran û bombebarana hewayî û bejayî de li Efrînê 234 welatî ku gelek ji wan zarok in jiyana xwe ji dest dan. Zêdeyî 668 welelatî jî birîndar bûn. Li gel bomberdûmana giran a bi balafirên şer jî gelê Efrînê bajarê xwe naterikîne û dibêje "Em der cih û warê me ye." Gel li dijî nûçeyên "Sivîl bajêr diterikînin, destûr ji derketina sivîlan re nayê dayin" gelê Efrînê danê nîvro li ber Nexweşxaneya Avrînê civiyan. Şêniyên Efrînê bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", Em heta mirinê bi te re ne Efrînê" ber bi Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr ve dest bi meşê kirin. Bi hezaran kesên gihîştin goristanê yek bi yek serdana goran kirin û soza dilsoziya bi berxwedanê dan. Jinan destmalên xwe yên kesk, sor û zer bi goran ve girê dan, dua kirin û sirûdên berxwedanê gotin. Dema ku gel serdana goristanê dikir, balafirên artêşa Tirk a dagirker jî bombe li derdora Efrînê dibarandin. Gel jî bi tilîlî û dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bersiv da êrîşên balafirên TSK'ê. Welatiyên ku serdana goristanê kirin, bi mesaja "Em li vir in, bi ti cihî ve naçin, ev der erdê me ye" li bajêr vegeriyan.