Temelli: Hûn dagirker in, dest ji dagirkeriya Efrînê berdin 2018-03-13 14:31:37 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di koma partiya xwe de axivî û bal kişand ser êrîşên Tirkiye yên 53 rojin li ser Efrînê didome. Temellî, anî ziman ku Tirkiye Efrîn dagir kiriye û xwest bi lezgin dawî li dagirkeriya li ser Efrînê bîne.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna koma meclîsê pêk anî. Hevseroke Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî bal kişand ser komkujiyên meha Adarê, êrîşên TSK'ê yên li ser Efrînê, polîtîkayên tifaqa hilbijartinê ya AKP'ê û rewşa aboriya Tirkiye. Temellî, ewil li ser rewşa Efrînê axivî û wiha got: " Meha Adarê meha komkujiyan e. Ez di vê mehê de ewil hemû kesên di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan bibir tînim. Kesên di komkujiyên Gazî, Qamişlo, Halepçe, Beyazitê de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînim û dê her dem di hafizaya û hişê me de bijîn. Doza der barê Berkîn de hêj bi encam nebûye û kujer nehatine ronîkirin. Heta ku ev îktîdar bi vê hişmeniyê tev bigere em nikarin tiştekî jê hevî bikin. Heta ku ev îktîdar li ser kar bin, dê hêj gelek zarok faîlî nediyar bên kuştin. Dê gelek zarokên me yên din bên kuştin. Hêj Ceylan li me dinere. Heta ku Ceylan li me binere, em hesabê faîl nediyaran bipirsin."     LI EFRÎNÊ ZAROK TÊN KUŞTIN   Temellî bal kişand ser rewşa Efrînê û wiha got: "Li ser Efrînê 53 rojin şer tê meşandin. Sivil tên kuştin. Zarok tên kuştin. Dema em li medya Tirk dinerin şereki sanal heye. Lê li Efrînê zarok û mirov ten kuştin. Niha di TV’yan de dibêjin "Efrîn hat dorpêçkirin. Weki ku li Efrînê mirov najîn wekî bi sed hezaran mirov najîn nûçeyan didin. Propaganda şer dikin. Efrîn di bin dorpêç û dagirkeriyê de ye. Dawî li vê dorpêçê bînin. Hurmenê nîşanî jiyanê bidin. Mirovên li Efrînê dijîn modela jiyana aştiyê ye. Minak e.  Divê em hemû aştîxwaz bên cem hev. Divê em kolan bi kolan bigerin û aştiyê, Efrînê bînin ziman.    LI EFRÎNÊ MECLÎSA GELAN HEYE   Hin kes dibêjin em biçin Meclîsê li Efrînê ava bikin. Na ji xwe li wir meclîs heye. Li wir meclisa gelan heye. Meclîsa modela demokratîk heye. Vîna hemû gelan li wê meclîsê xwe nîşan dide. Yên ku wê meclisa gelan tehamul nakin êrîş dikin. Şer pêş dixin. AKP'ya ku bi polîtîkayên şer xwe li îktîdarê dihêle, dixwaze şerekî nû têxe meriyetê. Ji ber ve yekê dixwaze her dem li Tirkiye atmosfera şer ava bike. Îktîdar her dem dibêjin em ne dagirker in. Îsraîl jî ji bo Fîlîstînê heman dişt digot. Lê niha rewşa we û Îsraîlê ji hev ne cudadir e.  Îro Efrîn sibê cihekî din e. Em dibêjin li Efrînê aştî li her derê aştî. Ger ku li Efrinê aştî pêş nekeve li derên din jî aştî pêş nakeve."     DAWÎ LI DAGIRKERIYÊ BÎNIN   Temellî, anî ziman ku li gorî pîvan û peymanên Neteweyên Yekbûyî êrîşên TSK'ê yên li ser Efrînê dagirkerî ye û wiha berdewam kir: "Tevî ku Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara agirbestê îlan kiriye jî Efrînê bombe dikin. Çima biryara Agirbestê naxin meriyetê. Ev encama rûyê bazara qirêj e. Niha îtîfaqa qirêj dikin. Rayedarên hikûmetê dibêjin 'Em dê Efrînê dewrî Efrîniyan bikin. Em dipirsin, bi sed hezaran yên li Efrînê dijîn kî ne? Ji OSO an re dibêjin Efrînî. Em OSO baş nas dikin. Ji Efganîstan û Çeçenistanê anîn dixwazin wan li vir bi cih bikin. Hûn li pey OSO diçin ku Efrînê tune bikin. Piştre hûn dibêjin em dê Efrînê dewrî Efrînê bikin. Ji xwe berê jî li Efrînê Efrinî dijîn. Ne tenê Efrînî 400 hezar kesên ji şer reviyane niha li Efrînê dijîn. 53 rojin we Efrîn dagir kiriye.    70 MILYAN DOLAR PERE JI BO ŞER XERÇ DIKIN   Di van rojan de di navbera Boeing û Tirkiye de peymana 7 milyar dolar pere peymana çekan hat îmzekirin.  Îktîdara îro îktîdara yekperes te. Li dijî hemû cudahiyan in. Cudahiyên din tehamul nakin. Ji ber ku hemû bûne dîlgirtiyên Qesrê. Ji ber vê yekê mirov nikare tiştekî ji îktîdarê hevî bike. 70 milyar dolar pêşkêşî pîşesaziya çekan dikin. Bi van çekan êrîşî Efrînê dikin. 70 milyar dolar pere ji bo şer xerç dikin. Em li dijî vê xerçkirina çavkaniyan a ji bo şer û kuştinan in. Divê êdî ev îktîdar bes li gotinên Erdogan guhdar bike."    FIROTINA FABRÎQEYÊN ŞEKIR ZERARÊ DIDE GEL    Temellî, polîtîkayên îktîdarê yên aboriyê jî rexne kir û wiha got: "Aborî têk diçe. Ji ber vêyekê we fabrîqeşên şekir firotin. Firotina fabrîqeyên şekir li dijî berjewendiyên gel in. Çiqas zerar bike jî gel zerar nake. Li ser navê zerarê fabrîqe firotin û mutahît ji baca 400 hezar tl xelas kirin. Ev fabrîqe 15 salan zerar bike jî disa nabe wekî berdêla  400 hezar tl baca ku hatiye muafkirin."    JI NIHA DE HILBIJARTIN WINDA KIRIN   Temellî, bal kişand ser tifaqa AKP-MHP'e û wiha bi dawî kir: "Di 16'ê Nîsanê de mînareyê hilbijartinê çêkirin. Bi hîle û xurdeyan hilbijartin bi dest xistin. Niha jî kilifê mînareyê şevê din li meclîsê bi zorê ava kirin. Ji ber ku têk çûne tifaqê ava dikin. Em ne li dijî tifaqan in. Lê du cureyên tifaqê hen in. Yek jê tifaqa qirêj e. Ji bo berjewendiya îktidarê ye. Ji bo xwe li îktidarê bihêlin tifaqê ava dikin û li gorî xwe krasan ji hilbijartinê re ava dikin. Tu aliyê rewa yê veê hilbijartinê tune. Dibêjin em hilbijartina pêşwext çê nakin. Ji ber ku ji niha de hilbijartin winda kirine. Divê em li dijî vê tifaqa qirêj ya îktidarê tifaqa gelan ava bikin. Difaqa demokratîk ava bikin. Divê em li dijî tifaqa wan a şer tifaqa aştiyê û tifaqa gelan ava bikin. Divê em hemû kesên li dijî şer destê xwe bidin hev û bibin yek."    BANGA NEWROZÊ   Temellî, bang li her kesî kir ku bi coşek mezin tev li pîrozbahiyên Newrozê bibin û wiha got: “Werin em bi hevre ji bo pîrozbahiya Newrozê dakevin qadan. Divê jin, zarok, kedkar, elewî, misliman, ermenî, hemû kes yên bûme mexdûrê pergalê li qadên Newrozê bibin yek. Em hemû kesî dawetî Newrozê dikin. Newroz berxwedan e. Li dijî faşizmê raperîn e."