Dîlokiyan: Efrînê zixurek jî ne avêtiye Tirkiyeyê 2018-03-13 11:46:43 DÎLOK - Dîlokiyên bajarê wan dikeve ser sînorê Efrînê, diyar kirin ku wan qet nebihîstiye ji Efrînê zixurek jî avetine Tirkiyeyê û gotin: “Êdî em bêzar bûne ku navê bajarê me bi şer tê bibîranîn.  Operasyonên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên hevkarên wê OSO yên li ser Efrînê di roja 53’yan de jî berdewam dikin. Welatiyên Dîlokê ku nêzî sînorê Efrinê ye û makuvanî ji 450 hezar koçberên ji ber şerê Sûriyeyê reviyan re dike, bertek nîşanî şerê li Efrîn dan. Dîlokiyan, diyar kirin ku êdî ew bêzar bûne ku navê bajarê wan bi şer tê bibîr anîn û wiha axivin: “Şer ji xeynî zirarê tu tişteke din na de herêmê.”     ‘PÊKANÎNÊN POLÎTÎKAYÊN AŞTIYANE’   Welatiyê binavê Yusuf Koşmaz, anî ziman ku êrîşên li ser Efrînê, êrîşên li ser gelên Rojhilata Navîne û wiha axivî: “Niha êrîşî aştiya nava Efrînê dikin. Di armanca êrîşan de yekitiya gelên li herêmê têk birine. Em weke gel dixwazin hemû alî cardin berê xwe bidin pêvajoya çareseriyê û polîtîkayên aştiyane li Rojhilata Navîn bi şopînin. Divê li  Tirkiye, Efrîn, Kboanêi Hewlêr, Silêmaniyê û Zaxo yekitî bê avakirin.  Polîtîkayên dijminantiyê ji xeynî şer tu tiştî nadin herêmê. Operasyona Efrînê tenê zirarê dide herêmê û cardin  herêm bi şer tê bibîr anîn. Dîlok êdî ji şer bêzar bûye. Li ser ber serê me tim şer heye. Kes nabêje, em vî şarî bi dawî bikin. Hemû kes agirê şer gur dikin.”   ‘ZİXUREK JÎ JI EFRÎNÊ NEHATIYE AVÊTIN’   Mehmet Şimşek jî, da zanîn ku ji roja li Sûriyeyê şer dest pê kir û vir ve Dîlok bi her awayî baş deçe û wiha got: “En şer tim zirarê didin herêmê. Êdî gel ji şer bêzar bûye. Mirov , zarok û jin tên kuştin. Em naxwazin zarok bên kuştin. Şer qet nebaş e. Mirov ji bilî zirarê tu xêra şer nabînin. Şerê li ber serê me, me jî dixwe nava fikaran. Em ditirsin ku şerê li wir darbasî vir jî bibe. Tirkiye bi hinceta Efrîn ‘Êrîşî me dike’ dixwaze bikeve Efrînê. Lê haya niha Efrînê zixurek jî ne avêtiye Tirkiyeyê. Me tişt wiha ne diye û ne jî bihîstiye.”   MA / Muhamet Abdulkadîr Esen