Welatiyê ker û lal ji ber hişyariya ‘belav bibin’ guhdar nekiriye girtin 2018-03-13 10:46:19   AMED – Saît Kaya ê 51 salî yê ker û lal, di serdegirtina mala xwe ya gundê Xinûsê de hat binçavkirin, bi hinceta 4 sal berê di çalakiyên Kobanê de hişyariya polîsan a “belav bibin” guhdar nekiriye hat girtin.    Leşkeran meha sibatê bi ser gundê Gomik a bi ser navçeya Xinûsa Erziromê de girt. Di serdegirtina gund de Saît Kaya yê 51 salî ku ker û lal e binçav kirin. Kaya 6 roj li Şaxa TEM’ê ya Erziromê di binçavan de ma û piştî derxistin dadgehê hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê. Biryara nepeniyê danîn ser dosyeya Kaya. Sûcdarkarina Kaya di asta sosretiyê de ye. Hat îdiakirin ku Kaya di 6-8 cotmemha 2014’an de li Xinûsê beşdarî çalakiyên Kobanê bûye û ji ber tev li hişyariya polîsan a “belav bibin” nebûye hat girtin. Kaya yê ker û lal bi riya kesê pispor îfade da. Kaya di îfadeyên xwe wiha got: “Ez ne dikarim biaxivim û ne jî dibihîzim. Ez li wir diçûm nexweşxaneyê. Min hişyariya ‘belav bibin’ nebihîstiye.”    HEVJÎN Û ZAROKÊN WÎ JÎ ASTENGDAR IN    Birayê Kaya, Tahsîn Kaya bertek nîşanî girtina birayê xwe da û got ku pêwîste mexduriyeta li ser birayê wî pêk hatiye bi dawî bibe. Kaya anî ziman ku hevjîn û zarokên birayê wî jî astengdar in û got: “Birayê ji dayikbûna xwe ve ne dikare biaxive û ne jî dibihîze. Hevjîna wî jî bi heman astengdar e. 5 zarok wî hene 3 jê astengdar in û raporên wan jî hene. Birayê min û malbata xwe bi muçeyê dewletê dida wan debara xwe dikirin. Dewletê jî wek her kesî dizane ku astengdar e, lê dîsa girtin. Ev neheqiye. Ev mehek e girtiye. Jixwe rewşa malbatê ya aborî jî nebaş e. Carek din jî rewşa wan nebaş bû.”    ‘ÇAWA JI HEV FÊM KIRIN EZ JÎ NIZANIM?’   Kaya diyar kir ku ji ber birayê wî astengdar e nikaribûye xwe îfade bike û wiha got: “Li gund kêm mirov ji birayê min fêm dikin. Dayika min jî bi kotekê jê fêm dike. Ji ber ku nikare xwe îfade bike. Bi tevgeriya dest û mil fêmkirin zor e. Bi riya wergervan îfadeya wî girtin e. Birayê min ji wergervanê anîne jî fêm nake û nikarin ji hev fêm bikin jî. 51 sal e birayê min e, ez wî nas dikim. Yanî dibêjin îfadeya wî hatiye girtin, lê çiqas baş îfadeyên wî hatine girtin mijara nîqaşê ye.”    ‘TENÊ YEK DELÎL HEYE EW JÎ HIŞYARIYE’    Parêzerê Kaya, Umît Teymuroglu jî bibîr xist ku di dosyeyê de biryara nepeniyê heye û ev tişt got: “Di dosyeyê de yek delîl heye ew jî anonsa ‘belav bibin’ hatiye nîşandan. Heke kut ev li wê hişyariyê nebûbe jî asayî ne. Çunkî nabihîze û naxive. Dema ku çûye nexweşxaneyê anonsa ‘belav bibin’ hatiye kirin. Tenê hincet ev e. Tu delîlê ku beşdarî çalakiyekê bûbe û êrîşî cihekî kiribe tune ye. Li gel ewqas dem derbas bûye, hêj nû digirin. Tu aliyê vê hincetê hiqûqî tune ne.”    MA / Selman Keleş