Ondul: Divê NY ji bo biryarek nû dîsa kom bibe 2018-03-13 10:40:01 ENQERE – Serokê Akademiya Mafên Mirovan Husnu Ondul, bal kişand ser biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî ku Efrîn û Guta jî dixe nava sînorê xwe û wiha got: "Tirkiye guh nedaye vê biryarê. Ji ber vê yekê divê Neteweyên Yekbûyî ji nûve kom bibe biryarek nû bistîne."  Şer û êrîşa Tirkiye ya li ser Efrînê di roja 53'an de berdewam dike. Tevî Neteweyên Yekbûyî di roja 36'an de agirbest îlan kir jî dîsa Tirkiye biryara Neteweyên Yekbûyî ya agirbestê nas nekir û 53 rojin bi tang, top û balafirên şer bombe dike. Tirkiye li dijî Efrînê ku 850 hezar mirov lê dijî êrîşên tang, top û balafirên şer zêde kiriye.    Li gorî daneyên Çavdêriya Ji bo Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di 28'ê Çileya 2018’an de 51 sivîl di encama bombebaranê de hatin kuştin. Di daneyên 6'ê Adarê de jî di navde kurd, ereb, ermenî jî hene 177 sivil hene. Dîsa 337 welatiyên sivilîn bi giranî birîndar in.  Dîsa li gorî rapora Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) di mela çile de di bombebaranekê de zarok û jin jî di navde 26 sivîl hatin kuştin. Li gorî Nûnertê Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) yê Sûriyeyê Fran Equiza, di 26'ê Çileya 2018’an de di encama bombekirina Tirkiye ya li ser Efrînê de 11 zarok hatin kuştin.  Koordînatorê Alîkariya Mirovan ê Herêma Sûriye yê Neteweyên Yekbûyî Panos Moumtzis jî diyar kir ku tevî biryara agirbestê Tirkiye li ser Efrînê operasyonê dimeşîne. Ji ber êrîşên Artêşa Tirk ya li ser Efrînê didome mirina sivîlan zêde dibin. Raporên kuştî û birîndaran ên mirovna bêzar dikin zêde dibin. Li gorî Dîrektorê Lêkolîna Rojhilata Navîn ya Rêxistina Efoya Navneteweyî Lynn Maalouf, ji ber bombekirinê 93 kivîl hatin kuştin û 313 sivîl birîndar bûne.    Serokê Akademiya Mafên Mirovan Husnu Ondul, bal kişand ser biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî ku Efrîn û Guta jî dixe nava sînorê xwe û wiha got: "Li Sûriye ji 2011'an hetae niha 7 salin şerek heye. Lê welatiyên koç kirine û hatine li Efrînê bi cih bûne 7 salin di nava aramiyê de dijîn. Em ketina axa welatekî din li dijî zagonên navneteweyî dibînin. Kuştin ji ku dê bila bê em li dijî kuştinê ne. Em wekî rêgez li dijî hemû rêbaz û cureyê kuştinê ne. Em bi tu awayî şer qebûl nakin û em alîgirin ku bi rêbazên aştiyane pirsgirêk çareser bibin."    TEVÎ HIQÛQA SER NAVNETEWEYÎ ÊRÎŞ DIDOMIN   Ondul, anî ziman ku li gorî hiqûqa mafên mirovan û li gorî hiqûqa navneteweyî êrîş li dijî qanunê ye. Li gorî peymana Cenevre divê sivîl bên parastin. Ji bo parastina sivîlan di hiqûqa navneteweyî de belge hatiye amadekirin ku mafê sivîlan bê parastin. Em wekî parazvanên mafên mirovan ji destpekê de li dijî şer in."    'GER SIVÎL NEYÊN PARASTIN DIVÊ DADGEHA NAVNETEWEYÎ TÊKEVE MERIYETÊ   Ondul, ani ziman ku di şer de jî pîvan, rêgez û zagon heye û divê berî her tiştî sivîl bên parastin û wiha berdewam kir: "Di çar peymanên Cenevre yên xala 3'emîn de kuştina sivîlan qedexe dike. Li gorî vê xalê divê teqez sivîl bên parastin. Dîsa çekên qedexe hene. Ger ku ev zagon û hikûm bên îhlalkirin wê demê kesên ev xal îhlal kirine dê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê darizandin. Ji ber vê yekê divê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî têkeve meriyetê.    ‘SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ HUKMÊN XWE WINDA KIRINE'   Ondul, herî dawi bal kişand ser Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên navneteweyî û wiha got: "Dema em li birhyara NY'ê ya agirbestê û bêdengiya rêxistinên navneteweyî dinerin, em dibînin ku NY û saziyên navneteweyî hukmên xwe winda kirine. Divê NY ji bo Guta ya Rojhilat û Efrînê ji nûve kom bibe û ji nûve biryara Agirbestê Îlan bike. Dive NY rê li pêş kuştina sivîlan bigire. "